BI DÎMEN

Di Qendîla Mîracê de destek ji berxwedanê re hat dayîn

Di şeva Qendîla Mîracê ya li Wûppertalê de êrîşên AKP/Qesrê hatin şermezarkirin û banga xwedîderketina li berxwedanê hat kirin.

Li bajarê Elmanya Wûppertalê, li Mizgefta Ehmedê Xanî ya ser bi Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) ve, bi wesîleya Qendîla Mîracê bi Kurdî dua hatin kirin, mewlûd hat xwendin û nimêj hat kirin.

Di şevê de Serokê CÎK'ê Hafiz Ahmet Tûrhalli, endamên şûra CÎK'ê, Hevseroka Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Wûppertalê Sevgî Bozkûrt û gelek kes amade bûn.

Mele Evdile li ser wateya rojê axivî, bal kişand ser komkujiyên li Bakurê Kurdistanê û got, "Em ji gelê xwe yên li Sûr, Silopiya, Cizîr, Hezex, Şirnex, Nisêbîn, Gever û tevahiya Kurdistanê re dibejin;  dibe Parlamenta Ewropa, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa û hemû cihan bê deng bimînê, lê hûn ti carî dev ji berxwedana xwe berendin. Ji ber ku Xwedayê mezin we dibîne û wê zilmê jî qebûl neke." 

Hafiz Ahmet Tûrhalli jî da xuyakirin, ku divê li hemberî êrîşan ti Misilman bêdeng nemîne û got, "Misliman ti carî derewan nakin, zilmê jî nakin ji ber ku zilm û derew cihê xwe di îmanê de nîne. Eger em dibêjin 'em Misliman' in, divê em bêdengiya li hemberî vê zilmê qebûl nekin.

...