Vergiat: Divê Ewropî li ber şantaja penaberan serî netewînin

Endama Parlamenta Ewropayê û Hevseroka Koma Dostaniya Kurdan Marie-Christine Vergiat, bêdengiya welatên Ewropayê li pêşberî komkujiyên li Kurdan tên kirin, bi tundî rexne kir.

Endama Parlamenta Ewropayê (PE) û Hevseroka Koma Dostaniya Kurdan Marie-Christine Vergiat, bêdengiya welatên Ewropayê li pêşberî komkujiyên li Kurdan tên kirin, bi tundî rexne kir. Vergiat destnîşan kir, ku serî tewandina lîderên Ewropî li pêşberî şantaja penaberiyê ya Tirkiyeyê ne ya qebûlkirinê ye.

Vergiat ji malpera Le Taurillionê nivîsand û pêvajoya tinehesibandina mafên Kurdan ji aliyê welatên Ewropî ve bi kurtasî nirxand. Vergiat da xuyakirin, ku bicihnanîna Peymana Sevr a piştî Yekemîn Şerê Cîhanê ku mafê dewletbûnê ji Kurdan re dihat dayîn, Kurd kir qurban û diyar kir, ji hingî ve zext û zilm li Kurdan tê kirin.

Vergiat da zanîn, ji ber vê zilmê di dawiya salên 70'yî de PKK ava bûye û piştî darbeya leşkerî ya 12'ê Îlonê dest bi têkoşîna çekdarî kiriye. Vergiat bal kişand ser xerakirin û komkujiya di salên 90'î de li Kurdan hatin kirin. Vergiat anî ziman, dewam AKP di sala 2002'an de hat ser desthilatdariyê Kurdan bawer kirin ku wê mafên wan bidin û diyar kir, piştî hilbijartinên 7'ê Hezîranê pêvajoya aştiyê bi temamî hat qedandin.

Marie-Christine Vergiat nivîsa xwe bi vî rengî dewam kir: "Recep Tayyîp Erdogan ê piraniya endamên Meclîsê winda kir, dît ku xeyala wî ya serokatiyê ji dest çûye. Di demeke ku Abdullah Ocalan ji Nîsana 2015'an û vir ve tê tecrîdkirin de, di meha Tîrmehê de Serokkomarê Tirk mirina 3 leşkeran ji xwe re kir bahane û li hemberî Kurdan pêleke zextê ya beriya niha qet nehatiye dîtin, xist meriyetê. Di hilbijartinên meha Mijdarê de ev rewş girantir kir.

HURMET JI RÊBAZÊN ŞER RE JÎ NAYÊ NÎŞANDAN

Di rewşa heyî de bîlanço gelekî giran e: Ji Tîrmeha 2015'an û vir ve 87 jê jin, 98 jê zarok 768 sivîl hatin qetilkirin. Em çawa dikarin bawer bikin ku ev zarok terorîst in? Otorîteyên Tirk di vî şerî de rêbazên welê bi kar tînin, nahêlin cenaze û birîndar ji herêmên şer bên derxistin. Hurmetê nîşanÎ metodên şer jî nadin.

'ŞANTAJA TIRKIYEYÊ YA LI SER PENABERAN BI KÊR HAT'

Lîderên Yekîtiya Ewropayê yên li pirsgirêka penaberan aliqî ne, di nava sûcdariyeke bêdeng de ne. Belê 850 hezar penaberan di asteke xeterek de rîsk dan pêş çavên xwe û ji peravên Tirkiyeyê Derya Spî derbas kirin û xwe gihandin Yewnanîstanê. Gelo çawa pêkan e ku hêzên ewlekariya peravan ên Tirk tiştek nedîtin û çavên xwe li qaçaxçiyên însanan girtin?

Ya rast, otorîteyên Tirk di ser vê yekê re derfetekî xurt ê şantajê li hemberî rêveberên Ewropî bi dest xistin. Weke ku ji peymana navbera Yekîtiya Ewropa û Tirkiyeyê ku mîna henekê xwe bi hiqûqa navneteweyî dikin hat morkirin, ev şantaja li ser penaberan bi kêr hatiye.

PARLAMENTA EWROPA WÊ BI ROLA XWE RABE

Divê em êdî vî dîwarê bêdengiyê hilweşînin. Em nikarin van zextên li başûrrojhilatê Tirkiyeyê diqewimin, nikarin van pêkanînên li hemberî rojnamevan û akademîsyenan qebûl bikin. Parlamenta Ewropayê jî wê di vî warî de bi rola xwe rabe. Gelek dostên Kurdan li vir hene."