Şer dewam dike

Piştî hewldana darbeyê ya li Tirkiyeyê, di navbera yekîneyên hewl dan darbeyê bikin û leşker û polîsan de li Enqere û Stenbolê şer dewam dike.

Li navendên mîna Harbiye, Şîşlî û Taksîm ên Stenbolê dengê çekan tê. Li ser pirên li Stenbolê jî yekîneyên leşkerî hê disekinin.

Li Pira Bogazîçî, di navbera yekîneyên alîgirê darbeyê û polîsan de heta danê sibehê şer qewimî. Di şerê ku tank jî hatin bikaranîn de tê gotin herî kêm 3 kes birîndar bûne.

Beriya niha jî gule li girseya gel a ber bi yekîneyên leşkerî ve dimeşiya hat reşandin û herî kêm 3 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.

Li Enqereyê jî, piştî şerê li Kizilay û derdora wê, danê sibehê bêdengiyek hebû. Lê belê beriya niha bi demeke kurt helîkopterekê bombe li avahiya Serokatiya Fermandariya Giştî û derdora wê barand. Hat ragihandin li Kizilay û Maltepeyê şer diqewime.

Di serdegirtina li hemberî avahiyên Dogûş Grûbê de, weşana platforma Dîgîturkê hat birîn.