FLAŞ

Li derdora Serfermandariyê teqîn rû didin

Agahî tên ku li derdora Serfermandariya Tirk a li Enqereyê teqîn zêde bûne.

Tê ragihandin ku piştî hewldana darbeyê ya artêşa Tirk, li derdora Serfermandariyê ya li Enqereyê teqîn zêde bûne. Tevgera balafirên şer li asîmanê bajêr zêde bûne.

Gelek balafirên şer bi taybet li ser qada Kizilayê, Meclîsê, Serfermandariyê û Wezaretan nizm difirin. Piştî tevgera balafiran, dengê gelek teqînan hatin.

Dîsa tê gotin ku balafirên şer bi taybet qada ku Muşteşariya MÎT’ê lê ye bombe dike.