Televîzyona CNN Turk dîsa dest bi weşanê kir
CNN Turk a ku leşkerên darbeker weşana wê rawestandin, dîsa dest bi weşanê kir.
CNN Turk a ku leşkerên darbeker weşana wê rawestandin, dîsa dest bi weşanê kir.
Komek leşker ji helîkopteran daketin û ketin Dogan Medya Center a li Bagcilara Stenbolê ku CNN Turk û Kanal D jî tê de ne. Leşkeran saet 03.43’yan navendên nûçeyan vala kirin, tevahî xebatkar derxistin derve. Koma ku rejî bi dest xistin, hewl dan weşana qenalan qut bikin. Li hember destwerdana leşker, xebatkarên çapemeniyê jî bi dirûşmeyên “Leşker Derkeve” nerazîbûn nîşan dan.
Weşana zindî demekê bi qerebalixa studyoya vala dewan kir, dema dirûşmeya “leşker derkeve” hate berzkirin jî dengê çekan bilind bû.
Piştî qutkirina weşanê bi demekê, di pêşengiya Midûrê Giştî yê CNN Turkê Erdoga Aktaş de qenalê dîsa dest bi weşanê kir. Ji mêvanên weşana zindî Ferhat Boratav têkîldarî qewimînên CNN Turk ev gotin: “Polîsan çek rakirin, rast e, lê tiştê pêk anîn jî ew bû ku wek tampon ketin mabeyna leşker û gel. Piştre jî çekên leşkeran wergirtin. Pêşendan hê jî li vir in.”