Li derdora Midûriyeta Emniyetê ya Enqreyê şer

Hate ragihandin ku piştî hewldana darbeyê, li derdora Midûriyeta Emniyetê ya Enqereyê şerên dijwar rû didin.

Di vê kêliyê de li Midûriyeta Emniyetê ya Enqereyê şerên dijwar rû didin. Dîsa li Kizilayê dem bi dem dengên çekan bilind dibin. Her wiha, tevgera balafirên şer jî pêk tê. Li Bûlvara Ataturkê jî gelek tank hatine bicihkirin. Derdora Meclîsê bi tankan hatiye dorpêçkirin. Tankên ku li Qada Ataturkê û Bûlvara Ataturkê tevdigerin jî dem bi dem wesayîtên ku rê girtine dieçiqîne û derbas dibin, tê dîtin ku bi van wesayîtan ve bendan ava dikin. Her wiha tank ketin Wezareta Karên Hundir.

Li gel vê, tevahî benzîlxane bi biryarek navendî hate girtin û firotina benzînê hate qedexekirin. Gel berê xwe dane navendên kirîn û firotinê, hewl dide pêdiviyên xwe yên rojane bi cih bînin. Tevî kolan hatine valakirin jî hin wesayît bi alên Tirk derdikevin kolanan, pêl li qorneyan dikin û piştgiriyê didin vê hewldanê.

Dîsa, hate diyarkirin ku li avahiya TRT’ê teqîn pêk hatiye, leşkeran dest daniye ser avahiya TRT’ê û li ser vê jî komek polîsan dest bi rawestandinê kirine.