HDP: Siyaseta demokratîk yekane rê ye

Hevserokên Giştî yên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag dan xuyakirin ku di her şertî de û wek rêgezî li dijî her cure darbeyê ne.

Hevserokên Giştî yên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag têkîldarî hewldana darbeyê daxuyaniyeke nivîskî weşandin.

Di daxuyaniyê de ev hate gotin:

“Di vê pêvajoya zor û krîtîk de ku Tirkiye tê re derbas dibe, hincet çi dibe bila bibe divê ti kes xwe nexwe şûna îradeya gel.

HDP’e, di her şertî de û wek regezî li dijî her cure darbeyê ye.

Tirkiye, bi lezgînî pêwîstiya xwe bi lihevhatinek demokrasiyek pirrengî û azadîxwaz, aştiya hundirîn û derve, nirx û hevpeymanên demokratîk ên gerdûnî heye. Ji bilî xwedîderketina siyaseta demokratîk ti rêyên derketinê nîne.”