Nûçeyên têkîldarî darbeya artêşê ya li Tirkiyeyê di çapemeniya cîhanê de cihekî mezin girt. Çapemeniya cîhanê, zêdetir detayên kurt ên têkîldarî bûyerê dan, daxuyaniya Serokwezîrê Tirk Bînalî Yildirim derket pêş. Rojnameya New York Tîmes jî wiha nivîsî: “Ne diyar e ku bê rêveberî di dest kê de ye.”
Ajansa Nûçeyan a Reûtersê jî destpêkê girtina pirên li Stenbolê da, ragihand ku sûbayekî gotiye “leşker li bajarên din jî ketine tevgerê.” Reûters wiha nirxand: “lê, nehat gotin bê kîjan leşker in.”
Di nûçeya rojnameya New York Tîmesê jî sernivîsa “Serokwezîr got, hewldana darbeya leşkerî ye”. Rojnameyê diyar kir ku Tirkiye 3 caran bûye qada darbeyê, nivîsî ku “niha bê welat di kontrola kê de ye ne diyar e.”
Kovara Elman Spîegel bi sernivîsa “Leşkeran dest danî ser rêveberiyê” nûçe weşand, da xuyakirin ku li gelek nuqteyên Tirkiyeyê şebekeya înternetê hatiye qutkirin.
Ajansa Nûçeyan a Associated Press jî pêşketin wek nûçeya lezgîn da, agahî parve kir ku jetên leşkerî û helîkopter ji nizm difirin û leşkeran derbasbûyina ji pirê asteng kirine.
Rojnameya Fransî Le Monde jî li ser malpera xwe nûçe bi sernivîsa “Serokwezîrê Tirk hewldana darbeyê” ragihand. Le Monde axaftina “ wê berdêlên wê bi awayekî herî giran bidin” derxist pêş.