Li ber Serfermandariyê teqîna mezin

Hate ragihandin li ber Serfermandariya Giştî ya Tirk ku li Enqereyê ye, teqînek mezin rû da. Piştî teqînê, tevgera helîkopter û balafirên şer zêde bûn.

Li Qada Kizilaye pişti îlankirina darbeya leşkeri teqinek mezin pêk hat. Hate gotin ku teqîn li pêş Fermandariya Gişti ya Artêşê pêk hatiye.  Li Tirkiye piştî hewldana darbeya leşkeri pêk hat, li Qada Kizilayê ya Enqereyê teqînek mezin pêk hat. Hat gotin ku teqîn li pêş Fermandariya Giştî ya Artêşê pêk hatiye. Piştî teqîn pêk hat li herêmê liv û tevgera hewayî zêde bû.

Li aliye din tankên li qada Ataturkê li ser komên biçûk top barandin û hate ragihandin ku di encama êrîşa bi tankan mirov birindar bûne. Der barê rewşa birîndar û miriyan de agahiyen saxlem nehatin bidestxistin.