ROJANE
Hemû Nûçe
-
Aqûbeta windayan hate pirsîn
Xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan, aqûbeta qurbaniyên ku ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatine qetilkirin, pirsîn. -
Dayikên Şemiyê ji bo Kirbayir hatin ba hev
Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe ya 1016’emîn de ji bo Cemîl Kirbayir hatin ba hev ku Kirbayir di 12’yê Îlonê de di bin çavan de hate windakirin. -
Tulay Hatîmogûllari: Li dijî şer rêxistinbûn, armanca me ya sereke ye
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê di Konferansa Rêxistinkirî de axivî û diyar kir ku ewê li dijî şer tevgera aştiyê rêxistin bikin. -
Li hemberî dagirker û îxanetkaran gavek jî paşve neavêt
Gerîla Şoreş Zêwkî ku bi têkoşîn û hevrêtiya xwe dilsoziya xwe ya ji bo Rêber Apo û şehîdan îspat kir, weke milîtanekî Rêber Apo di têkoşîna xwe ya li hemberî dagirker û xayînên hevkar de gavek jî paşde neavêt. -
Dewleta Tirk a dagirker sewqiyateke nû ber bi Başûr ve pêk anî
Artêşa Tirk a dagirker ji bo dagirkirina xaka Başûrê Kurdistanê, sewqiyata leşkerî didomîne. Duh bi şev di bin çavdêriya hêzên PDK’ê de, karwaneke mezin ber bi navçeya Dêrelokê ve çû. -
‘Rêxistina DAÎŞ’ê ji hewirdora şer û krîzê sûdê werdigire’
Lêkolînerên siyasî, diyar kirin ku komên terorîst ên mîna DAÎŞ û îslama radîkal ji qeyrana siyasî sûdê werdigirin û xwe birêxistin dikin û gotin desteka herî mezin dewleta Tirk daye DAÎŞ’ê. -
Di lêpirsîna Narîn Guran de kesek din jî hate girtin
Di çarçoveya lêpirsîna Narîn Guran a hatî qetilkirin de, hejmara girtiyan bû 11 kes. -
Rapora Sûriyeyê ya NY’ê: Êrîşên Tirkiyeyê di çarçoveya sûcên şer de ne
Di raporeke nû ya ku ji aliyê Komîsyona Lêpirsînê ya NY’ê ve hatî weşandin de, hat diyarkirin ku dewleta Tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşên xwe yên li ser cihên sivîlan didomîne û hate destnîşankirin ku ku ev êrîş di çarçoveya sûcên şer de ne. -
‘Tirkiye bûye navenda çûn û hatina tîryakê’
Her çendî desthilata Tirkiyeyê hewl da gotinên “serkeftinê” bibêje jî rapora herî dawî ya Midûriyeta Giştî ya Emniyetê li ser tîryakê nîşan dide ku ti serketin bi dest neketiye. -
ROJEVA 14’Ê ÎLONA 2024’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê. -
Êşkence li girtiyê nexweş Odûncû kirin
Girtiyê nexweş Zerdeşt Odûncû yê ku li girtîgeha Antalyayê tê girtin, tevî birînên wî jî ew nebirin nexweşxaneyê û derket holê ku êşkence lê kirine. -
Li Kerkûkê, di êrîşeke DAÎŞ’ê de du efserên payebilind ên artêşa Iraqê hatin kuştin
Li Kerkûkê, DAÎŞ’ê êrîşî artêşa Iraqê kir û di encamê de du efserên payebilind hatin kuştin û du leşker jî birîndar bûn. -
Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar di roja 23’yan de ye
Emîne Şenyaşar di roja 23’yan de li ber Meclîsê Nobeta Edaletê didomîne. Serokwekîlê Koma CHP’ê Murat Emîr serdana çalakiyê kir. -
Hiqûqnasan ji bo Abdullah Ocalan bang li Konseya Ewropayê kirin
Rêxistinên maf û hiqûqê bang li Konseya Ewropayê ya ku biryara “binpêkirina mafê hêviyê” yê li hemberî Abdullah Ocalan girte rojeva xwe kirin ku Tirkiyeyê neçarî guhertinên qanûnî bike. -
Baroya Amedê: Di lêpirsîna Narîn Guran de kêmahî hene
Baroya Amedê têkildarî lêpirsîna Narîn Guran a 8 salî ku di 21’ê tebaxê de winda bûbû û cenazeyê wê 19 roj piştre hatibû dîtin, civîneke çapemeniyê lidar xist. -
‘Divê her kes li dijî xiyaneta Barzanî helwest nîşan bide’
Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Nedîm Seven diyar kir ku dîroka Barzaniyan bi xiyanetê dagirtî ye û got: “Ji 7’ê heta 70 salî her kes dizane li ser bingehê xiyaneta malbata Barzanî, li Kurdistanê xiyanet heye. Divê her kes helwest nîşan bide." -
Ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd serlêdan hate kirin
Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê bi daxwaza hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan. -
Lêpirsîna Narîn Guran: 8 kes hatin girtin
Di lêpirsîna Narîn Guran a 8 salî ya li Rezana Amedê hatî qetilkirin de, 8 kesên din jî hatin girtin. -
KCDK-E'yê ji bo tevlîbûna li festîvalê bang kir
KCDK-E'yê bang li Kurdistaniyên li Ewropayê kir ku 21'ê Îlonê beşdarî Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bibin ku wê li bajarê Frankfurt ê Elmanyayê bê lidarxistin. -
ROJEVA 13'Ê ÎLONA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Di lêpirsîna Narîn Guran de 9 kes bi daxwaza girtinê şandin dadgeriyê
Îfadeyên dozgeriyê yên kesên di lêpirsîna Narîn Guran de hatibûn binçavkirin temam bû. Piştî îfadeyê 10 kes hatin berdan û 9 kes jî bi daxwaza girtinê şandin dadgeriyê. -
Emîne Şenyaşar 22 roj in ji bo edaletê li Meclîsê li ber xwe dide
Emîne Şenyaşar a hevser û kurên wê hatin qetilkirin, têkoşîna xwe ya edaletê bi awayekî biryardarî didomîne. -
Peyama ji Stenbolê: Li dijî tecrîda Îmraliyê di 13'ê Cotmehê de em li Amedê ne
Platforma Saziyan a Demokratîk ji bo mîtînga li Amedê ya 13'ê Cotmehê banga tevlîbûnê kir û got, "Tifaqa AKP-MHP'ê dixwaze statuya gelê Kurd û têkoşîna azadiyê bi temamî tasfiye bike." -
Gendeliya ji bo cerdevanan
Li navçeya Şax a Wanê, ji bo cerdevanên ku li Şirnexê dijîn 4 hezar û 500 dekar deşt û mêrg hate veqetandin û bi ser de jî desteka çandiniyê hat dayîn. -
Ji bo dîtina Abdullah Ocalan serlêdan hate kirin
Ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê ku 42 meh in agahî ji wan nayê wergirtin, serlêdaneke nû ya ji bo hevdîtinê hate kirin.