Ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd serlêdan hate kirin

Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê bi daxwaza hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 42 meh in bi ti awayî agahî jê nayê wergirtin, birayê wî Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Bi heman rengî Emîne Konar xwişka Omer Hayrî Konar, Polat Yildirim birayê Hamîlî Yildirim û Melîhe Çetîn xwişka Veysî Aktaş bi daxwaza hevdîtinê serî li dozgeriyê û midûriyeta girtîgehê dan.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji sala 1999'an û vir ve ku bi komployeke navneteweyî dîl hate girtin di bin tecrîdê de ye. Serlêdanên ji bo hevdîtinê ya bi rengekî kêfî tê redkirin, ya jî bê bersiv tê hiştin, ya jî piştî bi mehan hinceta cezayên dîsîplînê tê pêşkêşkirin. Lê nayê zanîn bê cezayên dîsîplînê bi kîjan hincetê tê birîn.