KCDK-E'yê ji bo tevlîbûna li festîvalê bang kir

KCDK-E'yê bang li Kurdistaniyên li Ewropayê kir ku 21'ê Îlonê beşdarî Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bibin ku wê li bajarê Frankfurt ê Elmanyayê bê lidarxistin.

FESTÎVALA ÇANDA KURD A NAVNETEWEYÎ

Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ya 32'yemîn wê di 21'ê Îlonê de li bajarê Frankfurt ê Elmanyayê bê lidarxistin. Di serî de ji Elmanyayê wê ji Bakurê Fransayê, Awûstûrya, Swîsre, Hollanda û Belçîkayê Kurdistanî û dostên xwe bi xurtî tevlî festîvalê bibin. KCDK-E'yê têkildarî festîvalê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de işaret bi têkoşîna gelê Kurd a ji bo misogerkirina hesreta azadiyê hate bibîrxistin û hate gotin, "Di pêvajoyekê de ku govenda me jî tê qedexekirin, nikarin xwe li axaftin û stranên Kurdî jî rabigirin, gelê Kurd li dijî mejiyê faşîst, nijadperest û tekperest ji her demê bêhtir çand û dîroka xwe diparêze."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin, gelê Kurd ê ku qirkirin lê tê ferzkirin bi saya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwedî li mîrateya xwe ya dîrokî, xak û çanda xwe derdikeve, jiyaneke azad ji xwe re kiriye armanc û hate gotin, "Dewleta Tirk a qirker li pêşberî vê sekna neteweyî matmayî maye, bi her rê û rêbazên komkujî û qirkirinê êrîşî sivîlan dike. Gelê Kurd û dostên wan ên li hemberî dewleta Tirk a qirker li dora paradîgmaya Rêber Apo civiyan e, her deverê dikin qada têkoşînê."

KCDK-E'yê ragihand ku Kurdistanî û dostên wan ên tevlî Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ya 32'yemîn bibin wê helwesta xwe ya siyasî û neteweyî nîşan bidin û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd bikin.

Li gorî daxuyaniyê, festîval xwedî bernameyeke dewlemend a çand û hunerê ye, ji çar parçeyên Kurdistanê wê axaftvan hebin, bi şahiyeke çandî û neteweyî wê seknek li dijî mêtingeriyê bê nîşandan.

KCDK-E'yê destnîşan kir ku amadekariyên festîvalê temam bûne û bang li gelê Kurd û dostên wan kir ku bi kincên xwe yên neteweyî beşdarî festîvalê bibin.