Rapora Sûriyeyê ya NY’ê: Êrîşên Tirkiyeyê di çarçoveya sûcên şer de ne

Di raporeke nû ya ku ji aliyê Komîsyona Lêpirsînê ya NY’ê ve hatî weşandin de, hat diyarkirin ku dewleta Tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşên xwe yên li ser cihên sivîlan didomîne û hate destnîşankirin ku ku ev êrîş di çarçoveya sûcên şer de ne.

Komîsyona Lêpirsînê ya Sûriyeyê ya Navneteweyî û Serbixwe ya Neteweyên Yekbûyî (NY) rapora Sûriyeyê ya ku 1’ê Çile-30’ê Hezîrana 2024’an digire nava xwe, amade kir. Di 9’ê Îlonê de li Ofîsa Cenevreyê ya NY’ê de Rûniştinên Mafên Mirovan a 57’emîn a NY’ê destpê kir û wê 9’ê Cotmehê bi dawî bibe. Rapora ku wê pêşkêşî van rûniştinan bê kirin, li ser esasê lêkolînên li deverê hatine kirin, hevdîtinên bi 385 kesan û rêxistinên civakî yên sivîl ên cuda re hatine kirin û dîmenên ku ji peykê hatine girtin, e.

Di raporê de ji xeynî rewşa polîtîk û aborî ya Sûriyeyê, qala binpêkirinên mafên mirovan ên ji ber pevçûnên li welêt jî hate kirin. Di raporê de bal hate kişandina ser êrîşên hewayî yên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û şerê li herêmên di bin dagirkeriya wî de û sûcên mirovî.

BÊHIQÛQÎ DEWAM DIKE

Di raporê de hate diyarkirin ku ji destpêka pevçûnên li Sûriyeyê heta niha krîza mirovî ya herî mezin diqewime û hate ragihandin ku di gelek êrîşên li ser sivîlan û cihên niştecihiyê yên sivîlan de, sûcê şer tê kirin. Di raporê de hate ragihandin ku li gelek herêmên welêt, bêhiqûqiyên mîna girtinên bi kêfî, êşkence, bi zorê windakirin, mirinên di bin çavan de û bi zorê sivîl ji cihên wan kirin, dewam dike.

Di raporê de hate bilêvkirin ku ji ber şerê li Xezeyê, tengezariya di navbera hêzên li herêmê û operasyonên leşkerî hîn zêdetir bûne û hate diyarkirin ku êrîşên DAÎŞ’ê zêde bûne.

LI HERÊMÊN DAGIRKIRÎ SÛCÊN GIRAN TÊN KIRIN

Di raporê de bi berfirehî qala binpêkirinên mafan ên ku dewleta Tirk li herêmên dagirkirî pêk tîne, hate kirin û hate destnîşankirin ku li herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de êşkence, muameleya xirab û tundiya zayendî dewam dike. Di raporê de qala gelek rêbazên êşkenceyê yên dijwar û giran jî hate kirin.

DI ÇARÇOVEYA SÛCÊ ŞER DE

Di raporê de hate ragihandin ku lêpirsîna bûyerên li herêmê, hîna dewam dike û hate diyarkirin ku gelek kesên hatine girtin, rasterast ji aliyê MÎT’ê ve hatine lêpirsînkirin.

Di raporê de bi berfirehî qala sûcên SMO û komên çeteyên girêdayî wê hate kirin.

DEWLETA TIRK ÊRÎŞÎ CIHÊN SIVÎLAN KIR

Di raporê de behsa êrîşên Tirkiyeyê yên li ser herêmên di bin kontrola Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de jî hatin kirin û hate destnîşankirin ku dewleta Tirk êrîşî sivîlan û cihên sivîlan dike. Her wiha bal hate kişandina ser gelek êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kobanê, Hesekê û Qamişloyê jî.

Di raporê de hate destnîşankirin ku Tirkiye ji bicihanîna hiqûqa navneteweyî berpirsyar e û bal hate kişandina ser êrîşên hewayî yên dewleta Tirk. Hate destnîşankirin ku ev êrîş hemû di çarçoveya sûcên şer de ne.