Di lêpirsîna Narîn Guran de 9 kes bi daxwaza girtinê şandin dadgeriyê

Îfadeyên dozgeriyê yên kesên di lêpirsîna Narîn Guran de hatibûn binçavkirin temam bû. Piştî îfadeyê 10 kes hatin berdan û 9 kes jî bi daxwaza girtinê şandin dadgeriyê.

Narîn Guran a 8 salî ya di 21'ê Tebaxê de li gundê Çûlî ya navçeya Rezan a Amedê winda bû, 19 roj şûnde cenazeyê wê 2 km dûrî gund li çemê Egertutmazê hat dîtin. Di çarçoveya qetilkirina Narîn Guran de 24 kes hatin binçavkirin.

Nevzat Bahtiyar ê ku li xwe mikur hat wî cenazeyê Narîn di çem de veşartiye hat girtin, melayê gund piştî îfadeya li cendirmeyê hat berdan. 22 kesên piştî îfadeyên li cendirmeyê sewqî Edliyeya Amedê hatin kirin.

Lêpirsîna 22 kesên ku di nav wan de dê, bav, 2 bira û 3 mamê Narîn jî hene bi qasî 12 saetan li dozgeriyê dewam kir.

Dozgerî piştî îfadeyê bavê Narîn Guran Arif Guran jî di nav de 10 kes serbest berda, diya Narîn Guran Yuksel Guran, birayê wê Enes Guran jî di nav de 9 kes bi daxwaza girtinê û 3 kes jî bi daxwaza kontrola edlî sewqî dadgeriyê kir. 

Diya wê Yuksel Guran û birayê wî Enes Guran bi hinceta "beşdarî sûcê kuştina bi qestî" bûne, pismamên wê Muhammet Kaya û Bîrsen Guran, xaltika wê Maşallah Guran, karkerên Salim Guran Mehmet Salîm Atasoy, Ramazan Atasoy û hevserê xaltika wê Mehmet Şevîk Kaya bi hinceta "alîkariya sûcdar kirine, delîl ji holê rakirine” mamê wê Fuat Guran jî bi hinceta "delîlên sûc ji holê rakiriye” sewqî dadgeriyê hatin kirin.

Dotmama Narîn Melîke Guran jî bi hinceta "alîkariya sûcdaran kiriye, delîl ji holê rakiriye” sewqî dadgeriyê hat kirin û apê wê Kûrtûlûş Gûran û Omer Farûk Guran jî bi kontrola edlî sewqî dadgeriyê hatin kirin.

Bavê Narînê Arif Guran, pismamên wê Ogulcan, Osman, Devran Guran, xalê wê Melîk Guran, mamên wê Bariş, Memdûh û Halîl Îbrahîm Guran, xaltika wê Azîze Kaya û karkerê Salîm Guran Omer Yildiz hatin berdan.