Êşkence li girtiyê nexweş Odûncû kirin
Girtiyê nexweş Zerdeşt Odûncû yê ku li girtîgeha Antalyayê tê girtin, tevî birînên wî jî ew nebirin nexweşxaneyê û derket holê ku êşkence lê kirine.
Girtiyê nexweş Zerdeşt Odûncû yê ku li girtîgeha Antalyayê tê girtin, tevî birînên wî jî ew nebirin nexweşxaneyê û derket holê ku êşkence lê kirine.
Girtiyê nexweş Zerdeşt Odûncû (30) ê li Girtîgeha Girtî ya Ewlehiya Bilind a Antalyayê tevî pirsgirêkên tenduristiyê jî nayê dermankirin.
Odûncû ê 10 sal in di girtîgehê de ye û 174 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn, di hucreyê de tê girtin. Odûncû di salvegera komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, di 12'ê Sibata 2014'an de bedena xwe da ber agir û ji ber nehat dermankirin bedena wî îltîhab girtiye.
'DENGÊ ZAROKÊN ME BIBIHÎZIN!’
Dayika Odûncû Selma Odûncû diyar kir ku kurê wê nebirine nexweşxaneyê û wiha got: “Zerdeşt îro telefon kir. Ji ber ku berê agir berda bedena xwe, birînên wî îltîhab girtine. Ragihand ku bi mehan in wî sewqî fakulteyê kirine lê ew nebirine. Birînên wî reş û şîn bûne. Dema ew birin nexweşxanê, bi kelemçekirî muayeneyê dikin. Got ku ji ber kelemçeyê destê wî şîn û reş bûye û diêşin. Dema ew dibin revîrê nayê dermankirin û di rê de leşkeran êşkence lê kirine. Banga me ji parêzvanên mafên mirovan re ew e ku bila dengê zarokên me bibihîzin. Divê ev pêkanîn bi dawî bibin.”