ROJEVA 14’Ê ÎLONA 2024’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê.
- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û geşedanên têkildarî vê yekê wê bên şopandin.
- PDK’ê her tim beşdarî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê bû. Malbata Barzanî û PDK’ê gelek xiyanet li Tevgera Azadiya Kurd û gelê Kurd kirin. Dîroka hevkariya wan a bi dewleta Tirk û hêzên navneteweyî re digihêje heta Komara Kurd a Mahabadê.
- Dewleta Tirk êrîşên xwe yên li ser wargehê dema dikir, hebûna gerîlayên HPG û YJA Star’ê dikir hincet. Lê hate dîtîn ku sedema êrîşan ne hebûna gerîla ye. Piştî vekişîna gerîla, hîna salek jî temam nebûyî, dîsa êrîşî sivîlan hate kirin!
- Her çendî desthilata Tirkiyeyê hewl da gotinên “serkeftinê” bibêje jî rapora herî dawî ya Midûriyeta Giştî ya Emniyetê li ser tîryakê nîşan dide ku ti serketin bi dest neketiye.
- Çalakiyên xizmên windayan ên li navendên Kurdistan û Tirkiyeyê tên lidarxistin, wê bên şopandin.
- Derhênerê belgefîlma Komujiya Vartînîsê Omer Bîçer anî ziman ku belgefîlm li ser qetilkirina malbata Ogut û komkujiyên li Kurdistanê ye.