Ji bo dîtina Abdullah Ocalan serlêdan hate kirin

Ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê ku 42 meh in agahî ji wan nayê wergirtin, serlêdaneke nû ya ji bo hevdîtinê hate kirin.

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo karibin muwekîlê xwe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Parêzeran ji bo muwekîlên xwe yên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî heman serlêdan kirin.

Serlêdan ji aliyê parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Rezan Sarica, Raziye Ozturk, Faîk Ozgur Erol û Mazlûm Dînç ve hate kirin.