Tulay Hatîmogûllari: Li dijî şer rêxistinbûn, armanca me ya sereke ye

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê di Konferansa Rêxistinkirî de axivî û diyar kir ku ewê li dijî şer tevgera aştiyê rêxistin bikin.

TULAY HATÎMOGÛLLARI

Konferansa Rêxistinkirinê ya Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi dirûşma “Em ji bo azadiyê xwe bi rêxistin dikin” li Odeya Endezyarên Avahiyê (ÎMO) destpê kir. Li eywana konferansê pankartên “Jin jiyan azadî” , “Zimanê me rûmeta me ye” û “Bijî têkoşîna me ya birêxistinî” hatin daliqandin. Di konferansê de piştî Tûncer Bakirhan Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari axivî.

Hatîmogûllari, bal kişand ser konferansa rêxistinkirina jinan a du rojan kirin û da zanîn ku konferans diyarî rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn ên ji aliyê dewleta tirk ve di êrişa SÎHA’yan de hatin qetilkirin. Hatîmogûllari, ya qala mijarên di konferansê de hatin nîqaşkirin kir, diyar kir ku li Tirkiyeyê zêdetirî 50 milyonan mirov bi birçîbûnê re têdikoşin û wiha got: “Me careke din di xebatên kolanan, civînên karkeran, civînên kedkaran, civînên hilberîneran de dît ku niha hilberîner, cotkar, karker û kedkar tijî bûne. Kêr di hestî de ye.”

Hatîmogûllari, îşaret kir ku êdî tenê li Tirkiye, Kurdistan û Rojhilata Navîn şer nîne û anî ziman ku pevçûn li hemû cîhanê belav bûne. Hatîmogûllari ya îşaret bi Ewropayê jî kir, wiha domand: “Em tu serdeman ji gotina aştiyê tu caran bi paş ve gavê naavêjin. Em ê di van konferansan de bi dînamîkên navxweyî yên li Tirkiyê û dînamîkên herêmê û torên aştiyê yên navneteweyî re tevgera aştiyê ya li dijî şer bi rêxistin bikin.”

Hatîmogûllari wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hevalên hêja, li vê salonê hemû kevneşopiyên têkoşîna şoreşgerî, têkoşîna şoreşger a Tirkiyeyê, tevgerên çep sosyalîst hene. Li vê salonê, mirovên ji kevneşopiya têkoşer, berxwedêr û serhildanî ya tevgera azadiyê ya kurd tên, hene. Li vê salonê, tevgerên jinan û femînîst ên li Tirkiyeyê di nava têkoşîna jinê de dixebitin, hene. Li vê salonê jinên ku ji bo azadiya kurd têdikoşin hene. Tevgera jinên kurd heye. Li vê salonê yên ji bo mafên mirovan têdikoşin, mafên xwezayê diparêzin, mafên astengdaran, zarokan diparêzin hene. Ev salon saloneke ku hemû mafên bindest, kedkar û mirovên keda wan tê xwarin diparêze hene.

Li hemberî hevalên me yên di girtîgehan de tên ragirtin, li dij birez Ocalan ê ji ber tecrîda li Îmraliyê bi heman e agahî jê neyê girtin, li dijî ÎHA û SÎHA’yên li ser van axan radibin, li hemberî rojnameger û siyasetmedarên hatine qetilkirin, li hemberî yên bêyî darizandin hatine qetilkirin û di heman demê de li hemberî Narînan û zarokan berpirsyariyekî me ya mezin heye. Helbet vekirina pêvajoya bi vî awayî asê bûye û diyarkirina nexşerêya wê jî berpirsyariya me ya mezin û dîrokî ya vê konferansa bi wate û girîng e. Ez bawerin aliyekî girîng ê konferansa rêxistinbûnê jî ev yek e.”

Ev demekî dirêj ev rêbaz serwextbûna xwe, bi hevkariya AKP’ê MHP’ê, tifaqa bi Ergenekonê re ava kirine, Tifaqa JÎTEM’ê re ava kirine winda kiriye. Li gel van welat bi rewşa siyasî-civakî, siyaseta riziyayî, bi sîyaseta derve ya bi ÎHA û SÎHA’yan neyê birêvebirin. Nikarin zarok û jinan biparêzin. Ez bi israr vê yekê tînim ziman, şert û mercên têkoşîna li dijî vê desthilata ku nikare van peywiran pêk bîne, ava bûne.”

Helbet hewce ye em di vê konferansê de di demekî ku desthilat û rejîm xitimiye, sermaye krîzekî navneteweyî dijî de têkoşîna kedê, jinê, ekoloji, yê, mafên ciwanan, têkoşîna baweriyan xurt bikin û encam bigirin. Em li aliyekî wek DEM Partî xwe rêxistin dikin, li aliyekî ji herêman bi bir navendê kampanyayan li dar dixin, tax bi tax xwe rêxistin dikin, ji herêman ber navendê dikevin nav avabûnekî de.”

Helbet ne wek tenê DEM Partî, di heman demê de pêdiviya me bi hevkariya mûxalîf û hemû derdorên demokrasiyê jî heye. Di pêvajoya ku rejîma desthilatdar dixwaze faşîzmê kûr bike de divê em polîtîkayên tifaqê xurt bikin. Di vê hêlê de polîtîkaya partiya me ya ku bi gelek saziyan re dimeşîne heye. Em ê di demekî kin de van potîkayan encam bikin û derkevin pêşberî civakê.”

Piştî axaftinan konferans ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.