Dayikên Şemiyê ji bo Kirbayir hatin ba hev

Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe ya 1016’emîn de ji bo Cemîl Kirbayir hatin ba hev ku Kirbayir di 12’yê Îlonê de di bin çavan de hate windakirin.

DAYIKÊN ŞEMIYÊ

Mirov\Dayikên Şemiyê ji bo pirsîna aqûbet û darizandina failên xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin û qetilkirin cara 1016’emîn li Qada Galatasarayê hatin ba hev.

Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Cemîl Kirbayir hate pirsîn ku Kirbayir piştî Derbeya 12’yê Îlonê di 13’ê Îlonê de hatibû binçavkirin û di 8’ê Cotmehê de jî bi êşkenceyê hate qetilkirin û piştre jî hate windakirin.

Çîroka Kirbayir ji aliyê xwişka Hayrettîn Eren Îkbal Erenê ve hate xwendin.

Birayê Cemîl Kirbayir, Mikaîl Kirbayir jî di çalakiyê de axivî û got ku bi Derbeya 12’yê Îlonê dixwazin rêya welatparêz û şoreşgerên ku ji bo însanên vî welatî têdikoşin, qut bikin.