ROJEVA 13'Ê ÎLONA 2024'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Nedîm Seven anî ziman ku dîroka Barzaniyan bi xiyanetê dagirtî ye û got, "Ji 7 heta 70 salî her kes pê zane ku di bingeha malbata Barzanî de xiyaneta li Kurdistanê heye."

Yekîneya Antî-Terorê di 42 êrîşên hewayî yên dewleta Tirk de di saeta destpêkê ya 22 êrîşan de daxuyanî da. Hemû jî weke ku ji aliyê MÎT'ê ve hatiye amadekirin û rewakirina êrîşan bûn.

KCDK-E'yê bang li Kurdistaniyên li Ewropayê kir ku 21'ê Îlonê beşdarî Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bibin ku wê li bajarê Frankfurt ê Elmanyayê bê lidarxistin.

Siyasetmedarê Kurd Abdulmelîk Okyay ku roja bê berdan ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da, wê li Tekmanê bê veşartin.

Konferansa 'Em di jiyana azad û wekhev de bi israr in, xwe bi rêxistin dikin' wê di roja duyemîn de dewam bike.

Endamê Desteya Rêveberiyê ya Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî (SES) Bekîr Topran bal kişand ser pirsgirêkên li nexweşxaneyên li Amedê û got, xizmeta tenduristiyê ji gel re nayê kirin.