Dewleta Tirk a dagirker sewqiyateke nû ber bi Başûr ve pêk anî
Artêşa Tirk a dagirker ji bo dagirkirina xaka Başûrê Kurdistanê, sewqiyata leşkerî didomîne. Duh bi şev di bin çavdêriya hêzên PDK’ê de, karwaneke mezin ber bi navçeya Dêrelokê ve çû.
Artêşa Tirk a dagirker ji bo dagirkirina xaka Başûrê Kurdistanê, sewqiyata leşkerî didomîne. Duh bi şev di bin çavdêriya hêzên PDK’ê de, karwaneke mezin ber bi navçeya Dêrelokê ve çû.
Li gorî nûçeya ajansa Rojnews’ê, şeva borî di saetên dereng de karwanek mezin a ji çekên giran û leşkerên Tirk pêk dihat, dibin çavdêriya hêzên PDK’ê de ber bi navçeya Amêdiyê ya ser bi Dihokê ve hatin şandin.
Tê diyarkirin ku ev hêz li derdora bajaroka Dêrelok a girêdayî Amêdiyê hatine bicihkirin.