Gendeliya ji bo cerdevanan

Li navçeya Şax a Wanê, ji bo cerdevanên ku li Şirnexê dijîn 4 hezar û 500 dekar deşt û mêrg hate veqetandin û bi ser de jî desteka çandiniyê hat dayîn.

Li navçeya Şax a Wanê 4 hezar û 500 dekar qad ji bo cerdevan hat veqetandin, tevî ku 10 sal in xebatên çandiniyê nehatin kirin jî, bi mîlyonan TL alîkariya çandiniyê hat veqetandin.

Li navçeya Şax a Wanê di salên dawî de gendeliya herî mezin a çandiniyê tê meşandin. Li herêma Konalga ku nêzî 100 gund weke qada mêrgê ya hevpar bikar tînin û sewalan xwedî dikin, qadeke ji 4 hezar 500 dekerî pêşkêşî cerdevan û eşîrên ku li Şirnexê dijîn, hat kirin.

PÊŞÎ BI AWAYEKÎ DERQANÛNÎ TAPU HAT QEYDKIRIN

Gendeliya axê di sala 2012'an de destpê kir. Di xebatên kadastro ya ku li gundê Konalgayê hat kirin de, nêzî 4 hezar û 500 dekar deşt û mêrg bi awayekî derqanûnî li ser navê cerdevan û eşîrên ku li Şirnexê dijin hatiye qeyd kirin.

Tevî ku di nava 10 salên dawî de li herêma navborî ti xebateke çandiniyê ya li gundê Konalga nehatiye kirin jî, ji aliyê Midûriyeta Çandiniyê ya Navçeya Şaxê, di bin navê desteka çandiniyê de bi mîlyonan TL ji çavkaniyên cemaweriyê hatiye veqetandin.  

GUNDIYAN SERÎ LI DADGEHÊ DAN 

Li ser gendeliya hatiye kirin, gundiyên mexdûr serî li Dadgeha Asliye ya Şaxê dan û daxwaza rawestandinê kirin. Ev doza tedbîra demikî hêj didome.

KAMAÇ: GENDALIYA HERÎ MEZIN A AXÊ HATIYE KIRIN

Parlamenterê DEM'ê yê Amedê Mehmet Kamaç ku ji Wanê ye, mijarê hem xist rojeva meclîsê hem jî gihand wezaretên pêwendîdar. Kamaç got, "Ji sedî 90’ê gelê herêmê bi xwedîkirina sewalan re mijûl dibe û qeydkirina herêmê mêrgê li ser navê hinekan, tê wê wateyê ku 100 gund wê di dema pêş de ji derfetên xwedîkirina sewalan bêpar bimînin. Di nava 10 salan de, di navbera salên 2012-2022'an de tevî ku li herêmê xebatên çandinî û hilberîneriyê nîne jî, bi mîlyonan TL’yî desteka çandiniyê ji bo mirovên ku sernav bi awayekî neqanûnî qeyd kirine, hatin veguhastin. Li Dadgeha Asliye ya Şaxê doz hat vekirin û dewam dike. Em bi gendaliya herî mezin a axê re rû bi rû ne. Ev gendalî wê di demên pêş de bi xwe re pirsgirêkên mezin derîne. Em hêvî dikin ku di demeke kurt de ji vê şaşiyê paşve gavê bavêjin.”