‘Girtiya nexweş Hatîce Onaran divê were berdan’

Di çalakiyên li Enqere û Stenbolê de bal hate kişandina ser rewşa girtiya nexweş Hatîce Onaran a ÎHD’î û peyama “divê were berdan” hate dayîn.

Li Enqere û Stenbolê, di çalakiyên ji bo girtiyên nexweş de ku hatin lidarxistin, bal kişandin ser rewşa tenduristiya girtiya nexweş Hatîce Onaran û banga berdana wê hat kirin.  

STENBOL

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê çalakiya 655'emîn a "Rûniştina F" ya ku her hefte li dar dixe, li ber avahiya komeleyê ya Beyogluyê li dar xist. Komîsyonê di çalakiya vê hefteyê de bal kişand ser rewşa tenduristiyê ya Endama Desteya Rêveberiya ÎHD'ê ya Stenbolê Hatîce Onaran a ku di 10'ê cotmehê de bi hinceta ku pere ji girtiyan re şandiye hat girtin. Di daxuyaniyê de pankartên "Dermankirin maf e, nayê astengkirin" û hat vekirin û dirûşmeyên "Bila girtiyên nexweş bên berdan" û "Tecrîd dikuje, hevgirtin dide jiyandin" hatin berzkirin. Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek, Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn û gelek parêzvanên mafên mirovan piştgirî dan daxuyaniyê.

Daxuyaniya vê heftê ji hêla Cengîz Çîçek ve hat dayîn. Çîçek di daxuyaniyê de bal kişand ser binpêkirina mafê girtiyan û got: "Hatîce Onaran 2 roj beriya niha hat girtin û şandin Girtîgeha Jinan a Gebzeyê. Hatîce Onaran 60 salî ye, nexweş e û ji sedî 79 rapora wê ya astengdariyê heye. Komîsyona me û parêzvanên mafên mirovan ji bo Hatîce Onaran sûdê ji mafê tenduristiyê bigire di nav têkoşînê de nin. Ji bo Hatîce Onaran teşhîsa penceşêra rûvî hat dayîn. Divê muayene bibe, tomografî bê kişandin û lêkolîneke biyokimyewî bê kirin. Lê niha ne diyar e ku dê ji bo Hatîce Onaran çi bikin. Her wiha ji ber nexweşiyê jî divê derdora wê paqijbe û xwarina wê taybet be. Lê li girtîgehê rewşek wisa nîne. Divê Hatîce Onaran serbest bê berdan û bê tedawîkirin."

ENQERE

Li Enqereyê jî Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî, ji bo balê bikşînE ser rewşa girtiyêN nexweş di hefteya 527'emîn de li Kolana Sakarya ya Enqereyê kom bûn. Di çalakiya ku gelek kes lê amade bûn de, Hevserokê Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê Omer Faruk Yazici axivî û bal kişand ser rewşa Hatîce Onaran. Yazici çîroka Hatîce Onaran xwend û xwest demildest bê berdan.