ROJEVA 14'Ê COTMEHA 2024'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Êrîşên dewleat Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

Yek ji gerîlayên ku 13'ê Cotmeha 1998'an ji aliyê dewleta Tirk û pêşmergeyên PDK'ê ve li Garê hatin dorpêçkirin Nergîz Çiya anî ziman ku xiyaneta PDK'ê nû nîne û got, ya ku li hemberî xiyanetê bi ser ket, xeta gerîla ye.

Gelê Kurd li Amedê îradeya xwe û ruhê xwe yê berxwedanê yê ji bo şikandina tecrîdê li her qadê nîşan da.

Serokê ÎHD'ê yê Amedê Ercan Yilmaz anî ziman ku di bingeha êrîşên li ser çand û zimanê Kurd de feraseta yekperestiyê heye û diyar kir, êrîşên li ser çand û zimanê Kurdî her roj zêde dibin.

Kurdistan û Rojhilata Navîn li ber ronahiya Rêber Apo ji tarîtiyê ber bi ronahiyê ve diçe. Li pêşberî berxwedaneke bi vî rengî ıya bi heybet, jin a bedew a bi ruhê azad û serhildêr ê çiyê nekarî bisekine. Di sala 2014'an de ew jî tevlî govenda şoreşê bû.

Li herêmên Murcia, Aragon û Katalonya yên Spanyayê rêxistinên sendîkayî, ciwan û jin bi çalakiyên cuda tevlî pêngava 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re' bûn.