BI DÎMEN

Jin û zarokên Efrîkaya Başûr ji bo Rêberê Gelê Kurd çalakî lidar xistin

Di çarçoveya pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ jin û zarokên Efrîkaya Başûr çalakî lidar xistin û helbest xwendin.

Bi boneya salvegera komploya 9’ê Cotmehê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çalakiyên di çarçoveya pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ li welatên cuda yên cîhanê çalakiyên cur bi cur tên lidar xistin.

Jin û zarokên Efrîkaya Başûr ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyên cuda organîze kirin.

Edîtora Worksers World News Lara Reddy got, "Ji bo ku em li Efrîkaya Başûr çalakiyên hevgirtinê li dar bixin, bang hat kirin. Li ser vê bangê komek jinên rêxistinbûyî yên otonom yên bajarê herî mezin a Efrîkaya Başûr li Johannesburg û Cape Townê çalakî organîze kirin. Di çarçoveya çalakiyên Rojên Ocalan ên Navneteweyî de di navbera 1 û 10’ê Cotmehê de biryar hat girtin li her du bajaran çalakiyên hevpar bên lidar xistin.”

Lara Reddy, anî ziman ku wan çalakiyên xwe bi sernavê ‘Fikir, zikr û çalakî’ organîze kirine û got, “Li Johannesburgê bi tevger û rêxistinên eleqedar re nêrîn hatin parvekirin. Her wiha weke Efrîkaya Başûr ji bo pêşxistina pêngava azadiya Ocalan, em dikarin çi bikin û çawa piştgirî bidin di aliyê pratîkî de nîqaş hatin kirin. Ev çalakî bi sernavê ‘Fikir, Zikr û çalakî’ hate pêkanîn.”

RÊXISTINÊN KU PIŞTGIRÎ DANE PÊNGAVÊ

Lara Reddy, navê rêxistinên ku piştgirî dane pêngavê wiha rêz kir û got, “Li Johannesburgê Jinên Komîteya Krîzê ya Thembelîhle, Koma Jinan a Parka Freedom ya Abahlali Eva Hoffman, Toolshed Femînîst Space, Food Not Bombs Jozie û Cape Town Soundz of the South Hip Hop Anarchist Collective û Rebel Sistahs piştgirî dan kampanyayê û dem, huner, peyam, helbest û muzîka xwe û hezkirina xwe ya ji bo hevrêyên me û civaka Kurd a li Kurdistanê parve kirin."

ZAROKAN HELBESTA 'DENGÊ OCALAN' XWENDIN

Lara Reddy li ser pirsa çalakî çawa derbas bû ev agahî da, "Helbesteke taybet a bi navê Dengê Ocalan ku ji aliyê hevrêyek ve hatiye nivîsandin, bi zarok û ciwanên ku ev helbest xwendine re hate parvekirin. Li ser pirsgirêkên jinê, bîrdozî û rêxistinbûyina jinan a xweser nîqaş hatin meşandin. Her wiha çalakiyên mîna helbest, muzîk, vekirina pankartan û xwendin hatin kirin. Ji pirtûkên Ocalan hin mijarên sereke hatin xwendin û ji bo azadiya Abdullah Ocalan deng hatin qeydkirin û parvekirin… Weke jinên Efrîkaya Başûr, zarokên me û civaka me jî piştgiriyeke mezin dide vê hevgirtinê. Her kes bi hişmendiya ‘heta her kes azad nebe, kes ne azad e’ tevdigere piştgirî dide vê pêngava azadiyê.”