ROJEVA 13'Ê COTMEHA 2024'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Meşa Azadiyê ya li Amedê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

Çalakiyên ji bo şermezarkirina komploya 9'ê Cotmehê bêne lidarxistin wê werin şopandin.

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan diyar kir ku divê her kes tevlî pêngava ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibin û got, "Rêber Apo nasnameyek e. Azadiya Rêber Apo azadiya ciavkê ye."

Keskîn Bayindir anî ziman ku AKP-MHP polîtîkaya xwe ya înkar û tinekirinê careke din li ser Kurdan diafirîne û got, "Dijminatiya li Kurdan ku bi dîlgirtina Birêz Abdullah Ocalan hate nûkirin bi 'Plana Têkbirinê' û înkarkirina pêvajoyê re hîn giran bû."

Desthilatdariya AKP'ê bi rêya qeyûman êrîş bir ser hiş û bîra Kurdan, Kurdî û çanda Kurd. Di dema qeyûman de bi sedan saziyên çandê hatin girtin an jî bêbandorkirin.

Gerîlaya YJA Starê Arjîn Celalî ragihand ku yek ji armancên komloya 9'ê Cotmehê têkbirina xeta jin a azad bû û got, "Hêzên serwer dixwestin, jin xwe nas nekin û heta dawiyê mîna kole bimînin."