Bultena Tecrîdê: 3 sal û 6 meh in ji Îmraliyê agahî nayê girtin!

OHD'ê, diyar kir ku Îmralî 24 sal, 7 meh û 28 roj in di bin tecrîdê de ye û ji Îmraliyê 3 sal, 6 meh û 17 roj in ti agahî nayê girtin.

BULTENA TECRÎDÊ

Hejmara 9'emîn a "Bultena Tecrîdê" ya ku 15 rojan carekê ji aliyê Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) ve tê amadekirin derket. Di bultenê de hat  destnîşankirin ku ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din Hamîlî Yildirim, Veysî Aktaş û Omer Hayrî Konar ên li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê 3 sal û 6 meh û 17 roj in ti agahî nayê girtin.

Di bultenê de hat destnîşankirin ku li Îmraliyê 24 sal 7 meh û 28 roj in tecrîd tê sepandin, 4 sal û 7 meh û 10 roj in malbat nikarin hevdîtinê bikin, 5 sal 2 meh û 16 roj in parêzer jî nikarin hevdîtinê bikin.

Di bultenê de cih dan daxuyaniya OHD'ê û bi sedan parêzeran a li ber Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM). OHD'ê bang li Dadgeha Destûra Bingehîn kiribû ku dawî li binpêkirinên mafan ên sîstematîk û giran ên li Îmraliyê bîne.