DEM Partî: Em erîşên nijadperest û zayendparêz ên li dijî Tulay Hatîmogullari şermezar dikin

Desteya Rêveber a Navendî ya DEM Partiyê erîşên nijadperest û zayendparêz ên li dijî Hevseroka Giştî Tulay Hatîmogullari şermezar kir.

Desteya Rêveber a Navendî ya DEM Partiyê derbarê erîşên nijadperest û zayendparêz ên li dijî Hevserok Tulay Hatîmogullari de daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "DEM Partî tekane partiya siyaseta Tirkiye û dinyayê ye ku armanca wê pêkvejiyana bawerî û gelan û bi têkoşîneke hevpar ku xwe dispêre bîra hevpar a berxwedanê ji bo gelên mezlûm û hatine vederkirin dabînkirina jiyanake azad, damokratîk û wekhev e."

Daxuyanî wiha dewam dike: "Di şexsê DEM Partiyê de, êrîşên li dijî têkoşîna hevpar a nasname, bawerî û civakên cuda zêde bûne. Ev êrîş bi gotarên nijadperest û zayendparêz dewam dikin. Peyama Hevseroka me Tulay Hatîmogullari ji mebesta xwe hat dûrxistin û bi gotinên derew hat manîpulekirin. Ev kampanyaya reşkirinê ya ku li ser medyaya dijîtal hatiye destpêkirin parçeyek ji pêla êrîşên nijadperest, tarî û nemerdane ye.

Hevseroka me ji ber nasnameya xwe ya Ereb rastî êrîşên nijadperest, ji ber nasnameya xwe ya jin jî rastî êrîşên zayendparêz tê. Em organîzatorên van êrîşan baş dizanin ku bi hesabên sexte hewl didin nasnameya têkoşîna hevpar û yekgirtî ya DEM Partiyê bi êrîşan bînin rojevê. Em ê destûr nedin wê yekê ku bi bêbextiyên nijadperest û zayendparêzyên ku ev hesabên sexte belav dikin DEM Partî zirarê jê bibîne.

Partiya me bi tecrubeya têkoşîna bi salan a tevgera siyasî ya Kurdî û tecrubeya tevgerên kokdar ên sosyalîst û demokratîk ên Tirkiyeyê xwedî li mîrateyeke bêhempa derdikeve. Pîvana me uslûb û zimanekî layiqî çîna karker û hemû bawerî û gelên mazlûm ên Tirkiyeyê ye. Hatîmogullari jî di hemû jiyana xwe ya siyasî de mil daye têkoşîna gelê Kurd. Ew kesên ku bêbextiyên zayendperest û nijadparest dikin, bila li mîrateya me ya têkoşîna hevpar û dîroka me ya berxwedanê binêrin û bizanin ku em ê rê nedin wan.

Avaniya DEM Partiyê ya pirnasnameyî, pirpêkhateyî û wekheviyê esas digire, li dijî her cure nijadperestî û zayendperestiyê dê li ser rêya xwe berdewam bike. Di vê çarçoveyê de, Em careke din erîşên nijadperest û zayendparêz ên li dijî Hevseroka me ya giştî Tulay Hatîmogullari bi tundî şermezar dikin."