Dayik ji bo 11 gundiyên di bin çavan de hatine qetilkirin, hatin ba hev

Dayikên Şemiyê ji bo 11 gundiyên ku beriya 31 salan ji aliyê dewleta Tirk ve di bin çavan de hatine qetilkirin, hatin ba hev.

DAYIKÊN ŞEMIYÊ

Dayikên /Mirovên Şemiyê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin û qetilkirin bipirsin û ji bo darizandina faîlan, cara 1020’an li Qada Galatasarayê hatin ba hev.

Gelek parêzvanên mafan beşdarî çalakiya Dayikên Şemiyê bûn. Dayikan qurnefîl û wêneyên xizmên xwe hildan. Di çalakiya vê hefteyê de ji bo 11 gundiyên ku di sala 1993’yan de li navçeya Pasûr a Amedê di bin çavan de hatine windakirin, daxwaza edaletê hate kirin.

Ji dayikên Şemiyê Nuray Çevîrmen bi bîr xist ku di navbera 8’ê Cotmeh-25’ê Cotmeha 1993’yan de li navçeya Pasûr û hin gundikên girêdayî Mûşê 11 gundî di bin çavan de hatin windakirin.

Nuray Çevîrmen got: “Çend sal derbas dibin bila bibin; em ê ji bo Mehmet Salih Akdenîz, Celi Azîz Aydogdu, Behçet Tutuş, Mehmet Şerîf Avar, Hasan Avar, Bahrî Şîmşek, Mehmet Şah Atala, Turan Demîr, Abdo Yamuk, Nusreddin Yerlîkaya, Umît Taş û hemû windayên xwe dest ji lêgerîna edaletê bernedin.”