Li Amedê ciwan ji bo azadiya Abdullah Ocalan meşiyan

Li navçeya Rezan a Amedê ciwan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan.

Ciwanan li navçeya Rezan a Amedê bi daxwaza rakirina tecrîdê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya wî û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd meş lidar xistin.

Ciwanan dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Ciwan fedayiyên Rêber Apo ne” , “Nirxê me canê me Apo ye Serokê me” , “Silav silav ji Îmraliyê re hezar selav” , “Dîsa dîsa serhildan Serokê me Ocalan” berz kirin.

Ciwanên ku di nava kolanên taxê demekî dirêj meşa xwe domandin, meş bi çepik û tilîliyan bi dawî kirin.