BI DÎMEN

Parêzer Sarica: Êşkenceyê ji holê rakin û deriyên Îmraliyê vekin

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Rezan Sarica di çalakiya “Azadiyê” de axivî û xwest deriyên Girtîgeha Îmraliyê bên vekirin û got: “Êşkenceyê ji holê rakin û deriyên Îmraliyê vekin.”

Bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, rakirina tecrîdê û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd, li Amedê daxuyaniyeke girseyî hate dayin. Parêzerê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Rezan Sarica bangî girseyê kir û da zanîn ku di sala 2019’an de bi saya berxwedana gel li Îmraliyê hevdîtin hatibûn kirin.

Sarica anî ziman ku bi saya vê têkoşînê, di sala 2019’an de me bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin û got: “Hêviya azadiyê pîroz û mezin dike. Silav ji kesên hêviya azadiyê zindî dihêlin re. Heke were bîra we, di çareserkirina pirsgirêkên civakî yên li Tirkiye û herêmê de, qala gotinên muzakereyên aştiyane, demokratîk û siyasî dikir. Di hevdîtinan de me dît ku Birêz Abdullah Ocalan helwesta xwe ya çareseriya demokratîk diparêze, ji bo pêşerojê ji xwe bibawer e û ji bo avakirina aştiya civakî pir bi kelecan e. Wê demê ev tespîtên dîrokî û hişyarî kirin.”

Sarica, qala hevdîtina dawî ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re kir. Sarica, gotina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di hevdîtina dawî de ku digot; “Ez hewl didim ji bo gelê Kurd cih vekim, werin em pirsgirêka Kurd çareser bikin. Ez dibêjim ku dikarim di nava hefteyekê de dikarim îxtîmala pevçûnan ji holê rakim. Ez ê çarser bikim, ez ji xwe bawerim û ji bo çareseriyê amade me. Lê belê dewlet jî divê aqilê dewletê jî tişta pêwîst bike.” bi bîr xist.

Sarica, wiha dirêjî a axaftina xwe: “Me dît bê ka ev tespîtên Birêz Abdullah Ocalan çiqas mafdar bûn. Dema Birêz Abdullah Ocalan li hêlekê ji bo hişyarkirina her kesî têdikoşiya, hê li Libnan û Rojava şer û dabeşî ewqas çênebûbû. Wê demê her kes ketibû pey hesabên teng, demkî û siyasî lê Birêz Abdullah Ocalan çareserî pêşniyar kiribû. Ev yek li Îmraliyê, di nava tecrîdeke girankirî ya mînaka wê tuneye de kir. Digot ku gelên Rojhilata Navîn dikarin bi aştiyane bijîn. Lê destê aştiyê yê gelê Kurd dirêj kirî li hewa hate hiştin. Divê dewlet dev ji înkarkirina Kurdan, hesabên siyasî berde. Divê derbasî stratejiya aştiyê bibe. Êşkenceyê ji holê rakin û deriyên Îmraliyê vekin. Rewşeke demokratîk a ku Birêz Abdullah Ocalan bikare lê bixebite biafirînin.”