Ji çalakgerên Edene û Mersînê protestoya astengiya 'Mîtînga Azadiyê'

Kesên ji bo beşdariya “Mitînga Azadiyê” ya li Amedê ji Edene û Mêrsînê ketin rê, bi çalakiya rûniştinê astengkirina polîsan protesto kirin.

Bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd dê îro li Amedê “Mitînga Azadiyê” were lidarxistin. Ji bo tevlibûna mitîngê di saetên şevê de gelek kes li Edene û Mêrsînê hatin gel hev.

Kesên ji Edeneyê hatin ji hêla polîsan ve hatin astengkirin. Girseyê bi dirûşmên “Zext nikarin me bêzar bikin” û “Em natirsin, diçin Amedê” polîs protesto kirin. Hevserokê DEM Partiyê yê Edeneyê Seyfettîn Aydemîr di çalakiyê de axivî û wiha got: “Xwedîderketina li mitînga azadiyê, xwedîderketina li aştî û azaiyê ye. Xwedîderketina li îradeya çareseriya demokratîk e. Tecrîda li ser birêz Ocalan bandorê li hemû qadên jiyanê dike. Heta ku ev tecrîd bi dawî nebe dê her tim  gef li ser nirxên demokratîk û azadiyan hebin. Lewma em ê di mitînga azadiyê banga aştî, edalet, demokrasî, azadî û pêkvejiyanê bikin. Em ê îradeya xwe ya çareseriya demokratîk raber bikin. Astengkirina me, astengkirina aştî, demokrasî û çareseriya demokratîk e. Em careke din dibêjin ku çi dibe bila bem ê biçin Amedê.”

Piştî daxuyaniyê, beşdaran heta demekî dirêj çalakiya rûniştinê li dar xist.

Şêniyên bi heman armancê dixwestin ji Mersînê bi rê kevin jî rastî heman atengiyan hatin. Welatiyên ku ji taxên cuda yên bajar dixwestin bi otobûsan ber bi Amedê ve bikevin rê, ji hêla polîsan ve hatin sekinandin. Welatiyan jî ev rewş protesto kirin. Li ser astengkirinê, welatiyan li pêşiya avahiya Rêxistina DEM Partiypê ya Akdenîzê çalakiya rûniştinê li dar xist. Hevserokê Bajar Reşat Aşan got ku ji bo rakirina tecrîdê ew dixwazin biçin Amedê. Aşan, anî ziman ku aştî tenê bi azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan pêkan e û diyar kir ku israrkirina di tecrîdê de, israrkirina di şer de ye.