Girtî Bogûrcû li girtîgehê hate qetilkirin

Îbrahîm Bogûrcû yê 32 salî ku li Qoserê girtî bû, li girtîgehê hate qetilkirin.

GIRTÎ HATE QETILKIRIN

Îbrahîm Bogûrcû ku bi îdîaya 'pîvana berdana bi şert binpê kriiye' beriya 4 rojan li navçeya Qoser a Mêrdînê hate girtin, li Girtîgeha Girtî ya Tîpa E ya Mêrdînê hate qetilkirin.

Hate îdîakirin ku Bogûrcû li girtîgehê krîza dil derbas kiriye û rakiriye nexweşxaneyê, piştre jî ji nûve li girtîgehê vegerandine.

Bogûrcû ku careke din li girtîgehê nexweş ket, doh jinûve rakirin nexweşxaneyê. Bogûrcû nekarî bê rizgarkirin û jiyana xwe ji dest da.

Malbata Îbrahîm Bogûrcû cenaze wergirt û li goristana navendî ya navçeyê veşart.