Ji bo ‘Mîtînga Azadiyê’ tevî astengiya polîsan jî bi rê ketin

Kesên dixwestin ji bo Mîtînga Azadiyê ya li Amedê bi bikevin, rastî astengiya polîsan hatin. Gelek kes bi derfetên xwe bi rê ketin.

MÎTÎNGA AZADIYÊ

Gelek welatî ji Stenbolê bi wesayîtên xwe yên şexsî ji bo tevlî mitînga “azadiyê” ya Amedê bibin, derketin rê.

Gelek welatî li navçeyên Esenyurt, Bagcilar, Sancaktepe, Sultanbeylî, Arnavuktoy, Beyoglu, Tuzla, Pendîk, Umraniye, Kuçukçekmece/Sefakoy, Bakirkoy/Încîrlî, Uskudar û Kartalê li nokteyên dê otobus jê rabin li kom bûn. Welatiyan demek dirêj li ber stranên kurdî govend gerandin.

Polîsan bi hinceta “qedexekirina mitîngê” welatiyên xwestin ber bi Amedê ve derkevin rê asteng kir. Li ser vê yekê hin welatiyan bilet stendin û bi fîrmayên cuda yên otobusan siwar bûn û ber bi Amedê ve derketin rê. Hin welatî jî bi wesayîtên xwe yên şexsî derketin rê.

SANCAKTEPE

Li nokteyên kombûnê bertek nîşanî astengiyê hat dayîn. Li ber avahiya DEM Partiya Navçeya Sancaktepeyê daxuyanî hat dayîn û nerazîbûn nîşanî astengiyê hat dayîn. Di daxuyaniyê de dirûşmeyên “Her der Amed, her der berxwedan” û “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” hatin berzkirin. Hevberdevkê DEM Partiyê yê Herêma 1’emîn Îlhan Çelîk axivî û diyar kir ku gelan berê xwe daye Amedê û got: “Em ji bo azadiya birêz Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd di 13’ê Cotmehê de li Amedê kom bibin. Em ê li wir peyamên xwe bidin. Em her kesî vedixwînin Amedê. Bila rêya her kesî vekirî be. Em bi hêviya ku di mitînga Azadiyê de hev bibînin.”  

BAGCILAR

Welatiyên li ber avahiya DEM Partiya Navçeya Bagcilarê kom bûn jî bi astengiya polîsan re rû bi rû man. Li taxa Yavuz Selîma Bagcilarê daxuyanî hat dayîn. Rêveberê DEM Partiyê Turan Kizilkaya axivî û di kêliya axaftinê de dirûşmên “Silav silav hezar li Amedê”, “Her der Amed, her der berxwedan” û “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” hatin berzkirin.  

Turan Kizilkaya anî ziman ku mafên wan ên demokratîk tên astengkirin û ew qedexe û astengiyan qebûl nakin û got: “Wê her kes ji bo aştiyê û azadiyê li Amedê be. Ruh û dilê me bi Amedê re ye.”