Milîsên HBDH'ê li 3 bajaran çalakî kirin

Milîsên Serpîl Polat ên HBDH'ê ragihandin ku ji bo şermezarkirina komploya 9'ê Cotmehê li sê bajaran çalakî kirine.

Di daxuyaniya Milîsên Serpîl Polat ên HBDH'ê de hate gotin, "Li dijî komployoa navneteweyî ku 9'ê Cotmeha 1998'an destpê kir û bi sîstema tecrîd û êşkenceyê ya girankirî ya li Girtîgeha Girava Îmraliyê dewam dike, me li metropolên Stenbol, Îzmîr û Bûrsayê hin çalakî kirin."

Li gorî daxuyaniyê di 6'ê Cotmehê de li taxa Ûlûabat a navçeya Karacabey a Bûrsayê febrîqeyeke paletê hate şewitandin.

Hate ragihandin ku milîsên wan 9'ê Cothemê jî li ser dîwaran nivîs nivîsandin.

Li gorî daxuyaniyê êvara 9'ê Cotmehê li Sîteya Pîşesaziyê ya Mermercîler a li Beylîkduzu/Yakûplû ya Stenbolê avahiya 'Lîtera Tekstîl'ê hate şewitandin.