Cezayê darvekirina Şerîfe Mihemedî hate betalkirin

Parêzerê Şerîfe Mihemedî, Emîr Reîsîan ragihand ku cezayê darvekirinê ya Şerîfe Mihemedî hatiye betalkirin.

Parêzerê çalakvana mafên jin û karkeran Şerîfe Mihemedî, Emîr Reîsîan ragihand ku cezayê darvekirinê yê ji bo Şerîfe Mihemedî hatibû birîn, ji aliyê şaxa 39’an ya Dadgeha Bilind ya Reştê ve hatiye betalkirin.

Parêzvana mafên mirovan Şerîfe Mihemedî ya 45 salî di Kanuna 2023’yan de bi hinceta ‘Propagandaya li dijî dewletê’ hatibû binçavkirin û di 4’ê Tîrmeha 2024’an de ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya Îranê ve cezayê darvekirinê lê hatibû birîn.