Nûçeyên sereke yên nava rojê

Nûçe û bûyerên sereke yên di nava rojê de qewimîn û derketine pêş...

Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê diyar kir ku nûçeya di çapemeniya Tirkiyeyê tê diyarkirin ku 9 şervanên YPG’ê ji aliyê MÎT’ê hatin, hemû derew e.

Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan wê dawiya meha Îlonê bi rengekî fermî bê serdana Elmanyayê. Hikumeta Merkel ji niha ve dest bi dayina tawîzan kir.

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Zilar Stêrk got, Tirkiye û Îran ji bo krîza xwe ya siyasî û aborî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) dikin hincet û bi vî rengî manîpulasyonê dikin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku li Çelê di çalakiya gerîla de 3 leşkerên Tirk hatine kuştin, 3 jî birîndar bûne.

Odeya Çalakiyê ya Xezeba Zeytûnê ragihand ku li navçeya Bilbilê ya Efrînê çeteyekî Feyleq El Şam ê dewleta Tirk hatiye kuştin. Di nava hefteyekê de herî kêm sê çete bi operasyonên taybet hatin kuştin.

Li balefirgeha 3’emîn berxwedana karkeran didome. AKP’ê jî bi jendirmeyan êrîş kir û nêzî 400 karker destgîr kir.

Bahoza ku herî zêde bandor li eyaleta Bakurê Carolîna ya DYA’yê kir, 5 kes mirin, milyonek mal bê elektirîk ma. Di encama bahoza ber bi navenda bajar ve diçe, bû sedema herikîna çem û lêhiyan.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê ragihand ku di pêngava şervanên QSD’ê ya li rojhilatê Firatê ya li nêzî gundên Boxaz û El-Sûsê ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê de 16 nuqte ji çeteyan rizgarkirine û li gundê El-Sûsê şervan 2 kêlometre bi pêş ve çûne.

Li Parlementoya Iraqê vê Şemiyê di rûniştinan de serokê parlementoyê hate diyarkirin.

KODAR nasnameya 3 şehîdên xwe yên ku 7’ê Îlonê li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê di şerekî de şehîd bûbûn eşkere kir.

https://anfkurdi.com/kurdistan/kodar-e-nasnameya-3-sehiden-xwe-eskere-kir-102282