NÛ BÛ- Serokê nû yê parlementoya Iraqê hate hilbijartin

Li Parlementoya Iraqê vê Şemiyê di rûniştinan de serokê parlementoyê hate diyarkirin.

Parlementerên Iraqê Mûhammed El Halbûsî ji bo serokatiya dema nû hilbijartin. Lîsteya nêzî Îranê jî piştgiriya El Halbûsî dikir. Di rûniştinan de alîkarên serok jî hate hilbijartin.

Halbûsî di sala 1981’an de ji dayîk bûye û beriya ku di hilbijartina di 12’ê Gulanê de were hilbijartin li eyaleta Anbarê walî bû.

Li Iraqê ji 12’ê Gulanê û vir ve krîzeke siyasî heye. Hê tu hikumet nehatine avakirin.

Li Iraqê ji bo ku dîktatoriya piştî Seddam dîsa pêk neyê, pergala temsîliyetê heye. Divê lîsteyên ku di 12’ê Gulanê de hatibûn hilbijartin, wekî koalîsyon bên ba hev. Bloka ku herî zêde parlementerên wê hene, ew ê karibe serokwezîr hilbijêre û dikare pêşengtiyê ji hikumeta nû re bike.

Li Iraqê divê serokê parlementoyê Sunnî be, alîkar jî yek Şîî û yek jî Kurd be. Serokkomarê dibe para Kurdan û peywira Serokwezîriyê jî dibe para Şîîyan.

Li hemberî Halbûsî serokê berê yê parlementoyê Usame el Nuceyfî û wezîrê berê yê parastinê Halid el Ubeydî hebû. Ubeydî piştgirî dida lîsteya serokwezîr Haydar El Ebadî.