KODAR'ê nasnameya 3 şehîdên xwe eşkere kir
KODAR nasnameya 3 şehîdên xwe yên ku 7’ê Îlonê li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê di şerekî de şehîd bûbûn eşkere kir.
KODAR nasnameya 3 şehîdên xwe yên ku 7’ê Îlonê li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê di şerekî de şehîd bûbûn eşkere kir.
Komelgeya Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) bi daxuyaniyekî nivîskî nasnamezeya 3 gerîlayên rêveberên xwe yên 7'ê Îlonê li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê di şerekê de şehîd bûbûn eşkere kir.
KODAR di daxuyaniya xwe de ev agahî parve kir: "Di 7'ê Îlonê de, li gel êrîşa terorîstî ya Supay Pardarên a li ser baregehên Hizba Demokrata Rojhilat Kurdistanê ya li Koyeyê, êrîşa rejîma Sûriyeyê ya li Qamişlo û ji aliyê rejîma Îranê ve topbarana Herêma Kurdistanê, Supay Padaran bi beşdarbûna cerdevanên navçeyê li dijî gerîlayên KODAR'ê operasyonek berfireh li herêma Sine ya Rojhilatê Kurdistanê pêk anîn.
Ev operasyon divê ku di çarçoveya êrîşên li ser hebûna Kurdan de were destgirin. Di encama vê operasyonê de 3 gerîlayên me piştî şerekî qehremanî yê li dijî Supay Pasdarên rejîma Îranê şehîd bûn. Herwiha agahî ji gerîlayekê ji nayê girtin."
KODAR'ê eşkere kir ku divê operasyona leşkerî de, cerdevanên herêmê weke mertalên Supay Pasdaran rol girtine. KODAR'ê diyar kir ku wê di rojên pêş de agahiyên berfireh belav bikin.
Nasnameya 3 gerîlayên şehîd bûne wiha ye; "
Nasnav: Argeş Karzan
Nav Û Paşnav: Cemal Rehmanî
Cihê Jidayikbûnê: Kamîran
Cih Û Dîroka Şahadetê: Sine 7'ê Îlona 2018
Erk: Endamê Rêveberiya KODAR'ê
***
Nasnav: Tolhildan Sine
Nav Û Paşnav: Reûf Îbrahîmî
Cihê Jidayikbûnê: Sine
Cih Û Dîroka Şahadetê: Sine 7'ê Îlona 2018
Erk: Endamê Rêveberiya KODAR'ê
***
Nasnav: Dilşad Fedayî
Nav Û Paşnav: Şerîf Emînî
Cihê Jidayikbûnê: Serdeşt
Cih Û Dîroka Şahadetê: Sine 7'ê Îlona 2018
Erk: Endamê Komeleya Ciwanên Rojhilatê Kurdistanê (KCR)
Komelgeya Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) di dawiya daxuyaniyê de ji gelê Kurd û malbatên şehîdan re sersaxî xwest û wiha tê gotin: "Em ê nehêlin xwîna şehîdan vala biçe. Em ê rêya şehîdan bişopînin.”