Hikumeta Merkel ji niha ve bi ya Erdogan dike

Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan wê dawiya meha Îlonê bi rengekî fermî bê serdana Elmanyayê. Hikumeta Merkel ji niha ve dest bi dayina tawîzan kir.

Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan ku têkiliyên xwe yên bi dewleta Elman re ji nû ve xurt kir, piştî çend salan wê 28-29'ê Îlonê bi rengekî fermî serdana Elmanyayê bike. Tevî ku mûxalefet û raya giştî ya Elman li ber radibin jî, tê gotin ku Erdogan wê bi alîgirên xwe re mîtîngê li dar bixe.

Li gorî nûçeya rojnameya Bîldê, Erdogan piştî hevdîtina li Berlînê ya bi Serokwezîr Merkel re, wê biçe Kolnê û 29'ê Îlonê roja Şemiyê serdana Mizgefta Navendî ya Yekîtiya Îslamê ya Tirk a Karên Diyanetê (DÎTÎB) bike. Mizgeft ji sala 2017'an û vir ve vekiriye, lewma wê bi merasîmeke heneko ji nû ve bê vekirin. Erdogan wê bi vî rengî şovê bike.

Çavkaniyên dîplomatîk ên ji Enqereyê yên navê xwe eşkere nekirin, ji rojnameyê re ragihandin ku rêveberiya Berlînê ji bo bernameya Kolnê ya Erdogan rê vekirine. Berdevkê Serokkomarê Tİrk Îbrahîm Kalin berî niha bi çend rojan gotibû ku Erdogan dixwaze ji Tirkên li Elmanyayê re biaxive û ji bo vê jî li cihekî digerin.

Berdevkê polîsê Kolnê doh daxuyanî da Ajansa Nûçeyan a Elman (DPA) û diyar kir ku Erdogan wê roja dawî ya gera xwe ya li Elmanyayê li Kolnê be. Lê eşkere nekir bê Erdogan bi bernameyeke çawa biçe Kolnê.

Hatibû plankirin ku 26. Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî li bajarê Dînslaken ê Elmanyayê bê lidarxistin, lê belê dewleta Elman festîval qedexe kiribû û nehiştibû pêk were.

ERDOGAN WÊ BI AWAYEKÎ FERMÎ XWEDÎ LI DÎTÎB'Ê DERKEVE

Erdogan wê li ser vexwendina Serokkomarê Elmanyayê Frank-Walter Steînmeîer serdana Berlînê bike û vê serdana dewletê jî hewl bide weke firsendekê bi kar bîne. Erdogan wê bi serdana Kolnê re qedexeya propagandayê ya li ser siyasetmedarên AKP'yî hatiye danîn, rake. Di heman demê de wê xwedî li DÎTÎB'ê derkeve ku demeke dirêj ji aliyê îstîxbarata Elman ve tê şopandin. Tevî ku hikumeta Merkel destûrê dide vê şova Erdogan jî, piraniya gelê Elman li ber vê yekê radibe.

Li gorî lêkolîneke raya giştî ya hefteya bihurî, 65,8 ji sedî yê Elmanan gotibûn ku naxwzin Erdogan li cihekî vekirî ji Tirkan re biaxive. Tenê 14 ji sedî yê Elmanan çalakiyeke bi vî rengî qebûl kiribûn.

Erdogan Sibata 2008'a li salona Arena ya Kolnê ji alîgirên xwe re axivîbû, sûcên dewleta Tirk ji nedîtî ve hatibû û gotibû, "Bila kes ne li bendê be ku em asîmîlasyonê qebûl bikin. Asîmîlasyon sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Divê ev yek bê zanîn." Ev gotinên Erdogan demeke dirêj bûbû mijara nîqaşê.

Roja 28'ê Îlonê wê li Berlînê gelek xwepêşandan bên lidarxistin û Erdogan were şermezarkirin. Tê payin ku xwepêşandanên girseyî roja 29'ê Îlonê li Kolnê jî dewam bikin.

WÊ JI ERDOGAN RE BÊ GOTIN; 'TU BI XÊR NEHATIYE'

Erdogan wê li Elmanyayê ji aliyê gelek kes û saziyan ve bi protestoyên "lîderê nayê xwestin" û "tu bi xêr nehatiye" bê pêşwazîkirin. Platforma bi navê "Erdogan not welcome" ku ji gelek sazî û organîzasyonan pêk tê, wê 29'ê Îlonê xwepêşandaneke girseyî lidar bixe. Ne tenê ji Berlîn û derdora wê, tê payin ku ji gelemperiya Elmanyayê mirov tevlî xwepêşandanê bibin.

Ji bilî vê yekê ji bo gelek xwepêşandanên din serî li polîsên Berlînê hatiye dayin. Roja 28'ê Îlonê ji saet 8'an û pê ve wê li ber qesra Bellevûeyê, xwepêşandanek were lidarxistin. Rojnamevanên Sînornenas (RSF) jî wê 28'ê Îlonê saet navbera 14:00-17:00 xwepêşandanekê lidar bixin û balê bikişînin ser rojnamevanên li Tirkiyeyê girtî ne.

Protestoyeke din a li Berlînê ya li dijî Erdogan wê ji aliyê partiya mûxalefetê Yekîtiya Demokratên Azad (FDP) ve were organîzekirin. Ev çalakî jî wê 28'ê Îlonê saet 16:00 li meydana Brandenbûrg Tor pêk were. Tevî Berlînê wê li gelek bajarên Elmanyayê çalakiyên şermezarkirina Erdogan werin lidarxistin.