Bahoza Florence: 5 kes mirin

Bahoza ku herî zêde bandor li eyaleta Bakurê Carolîna ya DYA’yê kir, 5 kes mirin, milyonek mal bê elektirîk ma. Di encama bahoza ber bi navenda bajar ve diçe, bû sedema herikîna çem û lêhiyan.

Bahoza tropîk a Floranca a îro bandora wê li eyaleta Bakurê Carolîna ya DYA’yê zêde kir. Bahoza ku sedema 5 kes bimire, milyonek mal bê elektirîk bimîne, ber bi navenda eyaletê ve çû, kir ku çem biherike û lêhî rabe.

Bi kêmbûna bandora bahozê re, li bendêye ku rojên pêşiya me li Başûr û Bakurê Carolînayê baranekî bihêz were.

Xizmetkariya Avê ya Navneteweyî destnîşan kir ku ji ber bahozê wê 10 milyon kes bandor bike, texmînên canî li gorî tên diyarkirin wê hê zêdetir bin.

Li Bakurê Carolîna jinek û zaroka xwe ji ber dara ku li ser mala wan ketî xwarê mirin. Bav jî bi awayekî birîndar rakirin nexweşxaneyê. Raydarên Walîtiyê destnîşan kirin ku jinek ji ber kirîza dil, kesekî 78 salî ji ber elektirîkê jiyana xwe ji dest dane. Hejmara kesên ku ji ber bahozê mirin weke 5 kes eşkere kirin.

Waliyê eyaletê Roy Cooper, diyar kir ku Servîsa Avê ya Navneteweyî agahiya ku dibe temamî eyalet di bin avê de bimîne jî parve kir.

Bager îro ber bi rojhilatê Başûrê Carolînayê ve kete rê. Bahoza ku bi leza di saetekê de 80 kêlometreyan diçe, tê payîn ku di saetên şevê de ev lez bigihêje 110 kêlometreyî.