Li balefirgeha 3’emîn berxwedana karkeran û êrîşên AKP’ê didome

Li balefirgeha 3’emîn berxwedana karkeran didome. AKP’ê jî bi jendirmeyan êrîş kir û nêzî 400 karker destgîr kir.

Li balefirgeha 3’emîn a ku du roj berê qeza lê pêk hatibû û 17 karker birîndar bûbûn, karkeran dest bi berxwedanê kirin. Çalakiya duh dest pê kir, bi berxwedanê re geştir bû. Rayedarên şîrketê gazî polîs û jendirmeyan kirin. Jendirmeyan bi bombeyên gazî êrîşî karkeran kirin. Piştî berxwedanê rayedarên şîrketê xwest bin karkeran re bicivin. Karkeran di civînê de 15 xal diyar kirin.

400 KES HATIN DESTGÎRKIRIN

Çalakiya karkeran îro jî didome. Rejîma AKP’ê bi jendirmeyan hewl dide têkoşîna karkeran têk bibe. Jendirmeyan bi bombeyên gazê êrîşî karkeran kir û 400 karker û rêveberên Înşaat-Îş’ê destgîr kir.

Karkeran diyar kirin heke hevalên wan serbest neyên berdan, ew ê berxwedana xwe geştir bikin.

‘EM BIRÇÎ TÊN HIŞTIN’

Karkeran diyar kirin ku bi saetan ew di dora xwarinê de dimînin û gelek caran ji ber ku xwarin namîne, ew birçî dixebitin. Karker diyar dikin ku li qada wan ambûlans tune û gotin, “Ji ber nebûna ambûlansê, gelek hevalên me yên ku li vê derê birîndar dibin, jiyana xwe ji dest didin.”

Karkeran diyar kirin ku heqdestê wan jî kêm û dereng tê dayîn.