Stêrk: DYA'yê ji xwe re dikin hincet

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Zilar Stêrk got, Tirkiye û Îran ji bo krîza xwe ya siyasî û aborî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) dikin hincet û bi vî rengî manîpulasyonê dikin.

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Zilar Stêrk tevlî bernameya "Rojeva Jinê" ya Stêrk TV bû û mijarên di rojevê de ne nirxand.

Stêrk bi bîr xist ku beriya niha bi 20 salan Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi komployeke navneteweyî ji Rojhilata Navîn hate derxistin û got, ji dewleta Tirk û hêzên navneteweyî hebû ku bi dîlgirtina Ocalan re wê karibin têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd biqedînin. Stêrk got, "Tevgera azadiyê hesabên wan bi giranî pûç kir û çeperên xwe befireh kir. Li çar aliyên cîhanê bû xwedî dost û hevalan."

Stêrk bal kişand ser desteka Konfederasyona Yekîtiya Sendîkayan a Îngilîstanê (TUC) a 6 milyon endamên wê hene, ku di kongreya xwe ya 150. de biryar da destekê bide kampanya "Azadî ji Ocalan re" û got, Tevgera Azadiyê ya Kurd wê ti destek û dostaniya ji bo azadiya Ocalan tê nîşandan ji bîr neke.

ÎRAN NIKARE BI VÎ RENGÎ ÇARESER BIKE

Stêrk diyar kir, piştî civîna bilind a Rûsya, Îran û Tirkiyeyê ya li Tehranê, Îranê hem sê girtiyên siyasî yên Kurd darve kir, hem jî êrîş bir ser du partiyên li Başûrê Kurdistanê. Stêrk destnîşan kir ku ev êrîşkariya Îranê ji têkiliyên bi Tirkiyeyê re ne cuda ye û got, Îran bi darvekrinê, bi kiryarên antî demokratîk nikare krîzên çandî, aborî û siyasî çareser bike.

Zilar Stêrk destnîşan kir ku gelên li Îranê êdî nikarin xwe li van kiryarên antî demokratîk rabigirin.

DYA'YÊ JI XWE RE DIKIN HINCET

Stêrk da xuyakirin, Tirkiye û Îran ji bo krîza siyasî û aborî DYA'yê ji xwe re dikin hincet û bi vî rengî gel manîpule dikin. Stêrk got, "Sedema bingehîn a krîzên li her du dewletan ew e ku pirsgirêkên civakî çareser nakin."

Stêrk anî ziman, Tirkiye hemû çavkanî û derfetên xwe ji bo tinekirina Kurdan bi kar tîne û wiha dewam kir: "Tirkiye bi pereyê gel siyaseta şer dimeşîne. Divê zanibe; heta ku pirsgirêka Kurd çareser neke û bi Rêber Apo re hevdîtinan neke, wê ti carî nikaribe pişta aboriya xwe rast bike. Ne tenê Kurd, divê hemû gelên li Tirkiyeyê li ber polîtîkayên derewîn ên hikumeta AKP'ê rabin."

'PÊWÎST JIN BI ERKA PÊŞENGIYÊ RABIN'

Zilar Stêrk diyar kir, krîza aboriyê herî zêde bandorê li jin û zarokan dike û got, "Yên ku divê li dijî qirkirina li Kurdistanê tê kirin têbikoşin û xwedî hêza guherînê ne, jin in. Jinên ku aboriyê diafirînin û bi xwezayê re di nava ahengiyê de ne, divê bi pêşengiya civakê rabin û li dijî faşîzmê têbikoşin."