Nûçeyên sereke yên nava rojê

Nûçe û bûyerên sereke yên di nava rojê de qewimîn û derketine pêş...

Gerîla TV dîmenê çalakiya gerîla ya 31'ê Çileyê weşand ku li bejahiya navçeya Bazîdê pêk hat û di encamê de wesayiteke leşkerî hate rûxandin.

Biryar li ser rûniştina doza Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Demîrtaş û parlamenterê berê yê HDP’ê Onder ên bi îdîya “Propagendeya rêxistinê kirin” dihatin darizandin hat girtin. 4 sal û 6 meh ceza li Demîrtaş û ji bo Onder jî 3 sal û 6 meh hate birîn.

HPG'ê ragihand, li Colemêrgê di çalakiya 6'ê Îlonê de leşkerek hate kuştin, 2 leşker jî birîndar bûn. Hate gotin, 3'ê Îlonê jî li Çelê di şer de 3 gerîla şehîd bûn.

Kongreya Sendîkayên Brîtanî di kongreya xwe ya salê de xwe ji bo banga azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan amade dike.

Li gorî agahiyan, rejîma Îranê wê îşev girtiyên siyasî yên Kurd Zanyar Mûradî û Luqman Mûradî ku pismamê hev in, darve bike.

YPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 8 şervanên YPG/YPJ’ê yên Îlona 2014’an li Serêkaniyê, Cezaa û Rebîa şehîd bibûn eşkere kir.

Di civîna li paytexta Îran Tehranê de ku serokên Îran, Rûsya û Tirkiyeyê beşdar bûbûn, Serokkomarê Tirk Erdogan ji bo Îdlibê daxwaza agirbest û veguhestina çeteyan kir. Lîderê Rûs Pûtîn jî got; “Li cihên ku terorîst lê ne wê agirbest neyê îlankirin.”

YPG'ê ragihand, li Şerayê di çalakiyeke dijî çeteyên Sûltan Mûrad ên MÎT'ê de 2 çete hatine kuştin.

Vê sibehê li dijî hucreyên çeteyên DAIŞ’ê yên li bajarê Tebqa ya Bakûrê Sûriyeyê operasyoneke berfireh hate kirin. Di operasyonê de bi denan çete hatin girtin.

Gel ji nû ve daketin kolanên bajarê Besra yê Iraqê. Vê carê Sefaretxaneya Îranê hate şewitandin. Di nava hefteyekê de 9 kes hatin kuştin.

Hejmara kesên ji ber erdheja bi pileya 6,6 a roja Pêncşemê li bakurê Jeponyayê pêk hat mirîn gihişte 20’an.