Kongreya Sendîkayên Brîtanî wê banga azadiya Ocalan bikin

Kongreya Sendîkayên Brîtanî di kongreya xwe ya salê de xwe ji bo banga azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan amade dike.

Kongreya Sendîkayên Brîtanî (TUC), wê di kongreya xwe ku wê 10-13’ê Îlonê pêk bîne de, banga azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bike.

Sendîkayên girêdayî TUC wê li bajarê Manchester ê Îngîltereyê kongeya xwe ya salê pêk bînin. Wê kongre 9’ê Îlonê bi aktivîteyên cihê ve destpê bike. Wê di kongreya ku li bendê ye ku bi hezaran delege tevlî bibe ku nûnertiya 6 milyon karkerên rêxistinî dike, 10’ê Îlonê wê aktivîteyên cuda ku daxwaza azadiya Ocalan dike lidar bixin.

Ji pêşengiyên kampanyaya ji Ocalan re azadî Unîte û Sendîkaya Genel Îş (GMB) wê civîneke bi sernavê ‘Bandora ramana Ocalan a li Rojhilata Navîn; Parastina Şoreşa Jinê ya Rojava” pêk bîne.

Di civînê de hevserokê kampnayaya ji Ocalan re azadî Chrîstîne Blowers û Sîmon Dûbbîns li gel sekreterê giştî yê GMB’ê Tîm Roache Jwan Batûmîr weke qiseker tevlî bibin.

Tê payîn ku TUC wê di konferansa xwe de pêşnûmeya ku ji bo kampanyaya ji Ocalan re azadî weke sala borî vê salê jî bi piraniya dengan erê bike.

Sekreterê Giştî yê TUC’ê Frances O’grady wê 10 Îlonê axaftinekê bike. Tê payîn ku O’grayd di axaftina xwe de balê bikişîne ser kampanyaya ji Ocalan re azadî. Ji bo kongreyê lîderê Partiya Karker Jeremy Corbyn di serî de wê gelek siyasetmedar amade bibin.

Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanya û Nûnerê Kongreya Netewî ya Kurdistanê Ercan Akbal li gel Rizger Wan jî bi daxuyaniyên dayîn, dan diyarkirin ku xebatên ji aliyê sendîkayên Brîtanî ve ku ji bo azadiya Ocalan tê kirin xwedî nirxên dîrokî ne.

Sendîkayên Brîtanî ji bo kampanyaya ‘Ji Ocalan re azadî’ di nava du salan de xebatekî yek car mezin dan destpêkirin û gelek sendîka jî piştgirî kirin.

Unîte the Unîon a yek ji sendîkayên herî mezin ên Îngîlter û Galler ê xwedî 1,5 milyon endamên kampanyay ‘Freedom for Ocalan’ in û Sendîkaya Genel Îş (GMB) a xwedî 800 hezar endam li Avam Kamarasiyê bi daxuyaniya sala 2016’an starta kampanyayê dabû.

Kampanya ji aliyê sendîkayan ve bi awayekî aktîf tê birêvebirin.