Edheja li Japonya: Hejmara miriyan gihişte 20’an

Hejmara kesên ji ber erdheja bi pileya 6,6 a roja Pêncşemê li bakurê Jeponyayê pêk hat mirîn gihişte 20’an.

Rêveberên lêgerîn û rizgarkirinê anîn ziman ku xebatên xwe şeva Înê û Şemiyê wê zêdetir bikin.

Li gorî daneyên fermî yên hatine ragihandin hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane gihiştiye 20’an. Piraniya van ji ber hezîna axê jiyana xwe ji dest dane.

Gundê Atûsma yê yek ji li hermên herî çiyayî ya Hokkaîdoyê ye, yek ji cihê herî zêde mexdûrê erdhejê bûye. Li vî gundî 17 kes mirin, ji 20’an zêdetir jî winda ne.

Ji bo xebatên rizgarkirin û mexdûran jî 22 hezar kes û 75 helîkopter di nava liv û tevgerê de ne.