Civîna Tehranê: Erdogan bû berdevkê çeteyan

Di civîna li paytexta Îran Tehranê de ku serokên Îran, Rûsya û Tirkiyeyê beşdar bûbûn, Serokkomarê Tirk Erdogan ji bo Îdlibê daxwaza agirbest û veguhestina çeteyan kir. Lîderê Rûs Pûtîn jî got; “Li cihên ku terorîst lê ne wê agirbest neyê îlankirin.”

Serokê Dewleta Rûsya Vlademîr Pûtîn, Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî û Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan di civîna li paytexta Îran Tehranê de li hev civiyan. Rojeva sereke ya hersê rêveberan jî Îdlîb bû.

ÇARESERIYA ERDOGAN A JI BO ÇETEYAN: JI HMEÎMÎMÊ DUR BIKEVIN

Di civînê de Erdogan axivî û ji bo çeteyên ku piştgiriya wan dike yên li Îdlibê daxwaza agirbestê kir. Li gorî Erdogan ku agirbest were ragihandin wê ev tişt encamekî girîng ya vê civînê be.

Erdogan ji bo çeteyan pêşniyarek kir û got divê ev komên çete werin veguhestina cihekê û wê êrîşî baregeha Leşkerî ya Rûs Hmeîmîm ya li wîlayeta Lazkiye a cîran neke.

Rojnameya Sabah ya rejîma Erdogan nivîsandibû ku dewleta Tirk ji bo veguhestina çeteyan ên li Îdlibê planekê pêşniyar bike. Li gorî vê planê ’12 komên çekdar’ ku di nava wan de Hayat Tahrîr El Şam ku Îdlib dibin kontrola wan de ye û ji aliyê El Nûsra ve hatiye avakirin wê divê çek danin.

PÛTÎN: ÎDLIB MAFÊ HIKÛMETA SÛRIYEYÊ YE

Serokê Dewleta Rûsya Vlademîr Pûtîn jî axivî û got di civînê de qonaxên îstikrarkiaina Îdlibê hate gotûbêjkirin.

Pûtîn got girtina Îdlibê mafê hikûmeta Sûriyeyê ye û “Endamên terorîst yên li Îdlibê bi provaksyon, êrîşên bi dronan û domandina bombebaranê’ sûcdar kir. Pûtin got; “Em vêya ji nedîtîve nayên (....) Divê em bihevre vê pirsgirêkê çareser bikin.”

Pûtîn got,destpêkê divê Îdlib ji terorîstan were paqijkirin û destpêkek din ya me ya bê şert ji holê rakirian terorîzmê li Sûriyeyê ye.

ERDOGAN BÛ DERVEKÊ ÇETEYAN, PÛTÎN BERSIVEK MATMAYÎ DA!

Bi israr Erdogan di encamnameya civînê de xwest peyva ‘agirbest’ were bikaranîn. Li ser vê Pûtin bersiveke matmayî da. Pûtin got; “Di maseyê civînê de ku mûxalifên çekdar û terorîst nîne, nabe em li ser navê wan biryar bidin.”

Erdogan ê ku berdevktiya çeteyan kir got: “Em banga çek danînê li Nûsra , HTŞ (Hayat Tahrîr El Şam) û komên din bikin.”