Li Besra xwepêşandan: Sefaretxaneya Îranê hate şewitandin

Gel ji nû ve daketin kolanên bajarê Besra yê Iraqê. Vê carê Sefaretxaneya Îranê hate şewitandin. Di nava hefteyekê de 9 kes hatin kuştin.

Li herêma Besra ya di warê petrolê de dewlemend e, nerazîbûnên civakî kêm nabin. Vê şeva Înê ji nû ve xwepêşandan destpê kirin. Di xwepêşandana li dijî nelirêtiya siyasetmedaran, nebûna xizmetguzariyê de vê carê jî di hedefê de cîranê mezin ê Iraqê Îran bû.

Bi sedan kesên ku camên şibakeyên sefaretxaneyê şikandin û ketin hundir, agir berdan sefaretxaneyê. Di carekê de şewat gûr bû û dûman bilind bû.

Di xwepêşandana şeva Pêncşemê de jî komên bi çek ên Şiî yên li bajar avahiyên partiyan kiribûn hedef, ji ber ewlekariyên bi hêz ên li Sefaretxaneya Îranê kesên ku xwestibûn ber bi sefaretxaneyê ve biçin nekaribûn biçin.

KOMÊN BI ÇEK ÊN ŞIÎ DI HEDEFÊ DE NE

Li parlemetoyê bloka alîgirê Îranê yên bi pêşnegtiya şervanên berê yên Heşdî Şebî, piranî navendên li Besrayê ji aliyê çalakvanan ve hatibû texrîbkirin. Ev blok, didin diyarkirin ku xwedî wê hêzê ne ku hikûmeta nû bê avakirin. Rejîma Îranê jî di avakirina hikûmetê ya siberojê de dixwaze giraniya xwe bide nîşandan.

PARLAMENTO BI LEZGÎNÎ DICIVE

Koalîsyona hevpar a ji Serokwezîr Heyder El Ebadî û Lîderê Şiî Muqtedar Sadir, ji bo avakirina hikûmeta nû zend û bendên xwe badan e. Sadir, li gorî ber biçav siyaseteke serbixwe ya ji Tehran û Washîngtonê cuda daxwazdike. Şewitandina Sefaretxaneya Îranê wê bandorê li hêzên li ser dikê jî bike.

Sadir bi daxuyaniya xwe ya roja Şemiyê kiribû diyar kiribû ku ji bo çareserkirina Kirîza Besra dem dabû parlementoyê. Parlemetoy wê roja Şemiyê ji bo Kirîza Besrayê bi lezgîn li hev bicivin. Serokwezîr û gelek wezîr wê di civînê de amade bin.”

 “BIRSÎ Û BÊ AV IN…”

Çalakvanên ji Besra yê Elî Huseyîn ê ji Ajansa Nûçeyan a Fransa AFP’ê re axivî got: “Em birçî û têhnî ne, nexweşin û terka qedera hatine kirin. Huseyîn bi dewamî got: “Kirina çalakiyan erkekî dîrokî ye, her kesê xwedî rûmet divê tevlî çalakiyan bibin.”

Ji çalakiyên roja Sêşemê û vir ve 9 kesan jiyana xwe ji dest dabû. Şeva Pêncşemê qedexeya deketina kolanan hatibû ragihandin lê kesê guh nedan qedexeyan.

Nûnerê Ayatûllah Alî Sîstanî jî bi boneya nimêja roja Înê daxuyaniyek da û ji ber ‘nêzîkatiyên xirab’ ên rêveberên asta jor nerazîbûn raber kiribû, daxwaz kiribû ku hikûmeta nû divê cuda be. Nûnerekî din ên Sîstanî wê biçe Besra, wê serdana stasyonên avê û malbatên kesên ku jiyana xwe ji dest dabûn bike..

DEWLEMENDÊ PETROLÊ LÊ HEJAR IN…

Besra piştî Bexda duyem bajarê herî mezin ê Iraqê ye, paytexta Wîlayeta Besa ye. Ev bajarê ku bi milyonan kes lê dijîn, li herêma Şatûlereb a yekgirtina çemê Dicle û Firatê cih digire. Di vî warê xwe de Besra ya bendava bingehîn a welat e, bi kanên xwe yên petrolê tên nasîn. Di heman demê de yek ji aliyê xwe yê herî nebaş yek ji herêmên ji aliyê binesaziya xwe ya ve ya herî xirab e.

Iraq bi awayekî giştî tevî dahata petrolê jî aloziyên cidî hene. Di meha Tebaxê de ji petrolê 7,7 milyar dolar e. Tevî vê jî li welat bêkarî, pirsgirêkên mezin ên bê avî û elektirîkê heye.

JI MEHA TÎRMEHÊ VE 24 KES HATINE KUŞTIN

8’ê Tîrmehê ji ber cudahiya siyasî, hejarî, bêkarî û nebûna av û elektirîkê li Besrayê nerazîbûnên civakî serî hildan. Ev nakokî bi rojan dom kir. Vê carê ji ber ava qirêj nêzî 30 hezar kes nexweşketin û rakirin nexweşxaneyê, carekî din jî nû ve xwepêşandan destpê kir. Di çalakiyên civakî yên ji meha Tîrmehê û vir ve rû dayîn de, herî kêm 24 kes jiyana xwe ji dest dane. Rêxistinên mafê mirovan, hezên ewlehiyê ji van kuştinan berpirsyar nîşan dan. Rêxistina Efû ya Navneteweyî jî, nerazîbûn nîşanî hêzên ewlekariyê ya bi awayekî tund mudaxeleyî xwepêşandanan dikin.