HPG'ê li ser şerê li Colemêrgê daxuyanî da

HPG'ê ragihand, li Colemêrgê di çalakiya 6'ê Îlonê de leşkerek hate kuştin, 2 leşker jî birîndar bûn. Hate gotin, 3'ê Îlonê jî li Çelê di şer de 3 gerîla şehîd bûn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev agahî da:

"Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de hêzên me 6'ê Îlonê saet 04:30'î li herêma Gelîşîm a navçeya Şemzînan a Colemêrgê li dijî yekîneyeke artêşa TC a dagirker ku li geliyê Kurê Mizgeftê bi cih bûbû çalakiyeke sabotajê pêk anîn. Di çalakiyê de leşkerek hate kuştin, 1 jê kontra leşkerên dijmin jî birîndar bûn.

3'ê Îlonê li nêzî gundê Meybûka yê navçeya Çelê ya Colemêrgê, di navbera yekîneyeke me ya ku bi erka xwe radibû û leşkerên Tirk de şer derket. Di er de gelek leşker hatin kuştin, lê hejmara mirî û birîndaran nehate zelalkirin. 3 hevalên me yên bi lehengî heta fîşeka dawî li dijî hêzên dijmin şer kirin şehîd bûn."

Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîdan wiha ye:

Nasnav: Brûsk Belatî
Nav paşnav: Omer Erdemîr
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Dayik-Bav: Huzeyca-Sıddık
Dem û cihê şehadetê: 3'ê Îlona 2018'an / Colemêrg

Nasnav: Destan Harpût
Nav paşnav: Mûhammed Fatîh Genç
Cihê jidayikbûnê: Eskîşehîr
Dayik-Bav: Hatîce-Abdulazîz
Dem û cihê şehadetê: 3'ê Îlona 2018'an / Colemêrg

Nasnav: Rizgar Serhildan
Nav paşnav: Ceyhûn Dogma
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Dayik-Bav: Gulsum-Abdulcebbar
Dem û cihê şehadetê: 3'ê Îlona 2018'an / Colemêrg