Nasnameya 8 şehîdên Serêkaniyê, Cezaa û Rebîa hatin eşkerekirin

YPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 8 şervanên YPG/YPJ’ê yên Îlona 2014’an li Serêkaniyê, Cezaa û Rebîa şehîd bibûn eşkere kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya 8 şervanên YPG/YPJ’ê yêndi berxwedana li Serêkaniyê, Cezaa û Rebîa de şehîd bibûn eşkere kir.

Navenda YPG’ê têkildarî mijarê ev agahî da:

“Di pêvajoya şerê herî mezin a Şoreşa Rojava ya sala 2014’an,  ji bo şervanên me yên YPG/YPJ’ê bûye demê herî şerê dijar ê derbên giran li çeteyên DAIŞ’ê daye. Li dijî çeteyên DAIŞ’ê yên dagirkirina Rojavayê Kurdistan û Bakurê Sûriyeyê dikir armanc, bi berxwedanekî bi heybet ev pêvajo derbas kiriye. Yekîneyên me yên YPG/YPJ’ê bi derbên giran ên li DAIŞ’ê dayî û taktîkên nûjen biryardarya xwe ya têkoşînê raber kiriye.  Di êrîşa 15’ê Îlona 21014’an a ji sê aliyan ve ya li ser Kobanê dîsa deverên Serêkaniyê, Cezaa û Rebîa jî çeteyan kirin hedef. Armanca van êrîşan dagirkirina hemû herêmê bû, êrîşkirina ji her alî ve lewazkirina hêzên berxwedêr bû. Lê belê di serî de berxwedana Kobanê jî di nav de di encama gelek têkoşînên li van qadan de çeteyên DAIŞ’ê têk çûn, bi çalakiyên bi bandor ên hatin kirin kir ku çete bê ku bigihijin armancên xwe têk biçin. Di van çalakiyên bi heybet de bi dehan şervanên me heta dawî bi lehengî li ber xwe dan û şehîd bûn.

Di berxwedana Îlona 2014’an de di berxwedana li Serêkaniyê, Cezaa û Rebîa yên li dijî çeteyên DAIŞ’ê de 8 şervanên me bi hemû biryardarî û lehengî şerkirin û şehîd bûn. Ji ber şerê dijwar heta niha nezelalbûna nasnameyên van şervanan di serî de ji bo gelê xwe û raya giştî eşkere dikin.

Em di şexsê 8 rêhevalên xwe yên şehîd de tevahiya şehîdên me yên qehreman bibîr tînin. Careke din bi tekoşîneke bê hempa soza pêkanîna xeyalên şehîdan û parastina nirxên ku şehîdên me dane ava kirin nû dikin."

Li gorî daxuyaniya YPG'ê nasnameya şehîdan wiha ye;

Nasnav: Andok Dildar

Nav û Paşnav: Huseyîn Sûkûç

Navê Dayikê: Safya

Navê Bav: Mahmût

Cihê Jidayikbûnê: Şirnex

Cih û Demê Şehadetê: Rabia / 23’ê Îlona 2014’an

***

Nasnav: Bager Cîzre

Nav û Paşnav: Savaş Kûtlû

Navê Dayikê: Hatîce

Navê Bav: Mehmet

Cihê Jidayikbûnê: Şirnex

Cih û Demê Şehadetê: Serêkaniyê / Mebrûka / 22’ê Îlona 2014’an

***

Nasnav: Berxwedan Botan

Nav û Paşnav: Mehmed Celepkala

Navê Dayikê: Reyhan

Navê Bav: Yûsûf

Cihê Jidayikbûnê: Sêrt

Cih û Demê Şehadetê: Cezaa - Gundê Qûryeş / 27’ê Îlona 2014’an

***

Nasnav: Binevş Botan

Nav û Paşnav: Medîne Gokdemîr

Navê Dayikê: Gulsum

Navê Bav: Omer

Cihê Jidayikbûnê: Şirnex

Cih û Demê Şehadetê: Serêkaniyê - Mebruka /Gûndê Dehma / 22’ê Îlona 2014’an

***

Nasnav: Çekdar Silopî

Nav û Paşnav: Mûrat Bilen

Navê Dayikê: Asya

Navê Bav: Hasan

Cihê Jidayikbûnê: Şirnex

Cih û Demê Şehadetê: Serêkaniyê / Mebruka /Gundê Dehma / 22’ê Îlona 2014’an

***

Nasnav: Delîl Ûmût

Nav û Paşnav: Fahrettîn Ergîn

Navê Dayikê: Henîfe

Navê Bav: Hakîm

Cihê Jidayikbûnê: Şirnex

Cih û Demê Şehadetê: Serêkaniyê / Mebruka / 22’ê Îlona 2014’an

***

Nasnav: Harûn Silopî

Nav û Paşnav: Serdar Yalman

Navê Dayikê: Ayşe

Navê Bav: Salih

Cihê Jidayikbûnê: Şirnex

Cih û Demê Şehadetê: Serêkaniyê / Mebruka /Gundê Dehma / 22’ê Îlona2014’an

***

Nasnav: Zinar Agir

Nav û Paşnav: Riza Defayî

Cihê Jidayikbûnê: Sine

Cih û Demê Şehadetê: Cezaa /Gundê Qûreyş / 27’ê Îlona 2014’an